Hewlêr (Rûdaw) - “Şeqama” ku hevjîna Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron lê da li hemû cîhanê deng veda.
Emmanuel Macron û hevjîna wî Brigitte Macron bi hev re çûn Vîetnamê.
Beriya ku ew li Balafirgeha Hanoiyê ji balafirê dakevin Brigitteyê şeqamek li hevjînê xwe xist.
Macron jî piştî şeqamê bi carekê re li kamerayan dinêre, dibeşişe û destê xwe ji wan re dihejîne.
Koşka Élyséeyê berê qebûl nekir ku ev dîmen rast be lê paşê mikur hat ku dîmen rast in.
Çavkaniyeke nêzîkî Macron diyar kir ku mesele ne mezin e, tenê “lihevnekirineke biçûk a bê tundî” ye.
Çavkaniyeke ku nexwestiye navê wê were eşkerekirin jî ji BFMTVyê got ku “wan henek li hev kirine” û ev “kêliyeke nêzîkbûnê” ye.
Çavkaniyeke din a nêzîkî Macron jî bi rengê “henekeke di navbera hevjînan de” qala rewşê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse