Dan û standinên Îran û Amerîkayê ji nû ve dest pê dikin

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Bernameya Nukleerê Îsraîl Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerê ku bi êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir û Amerîkajî bi lêdana Îranê rasterast tevlî bû, agirbesta ku di 24ê Hezîranê de hatibû ragihandin di meriyetê de ye.

Daxuyaniyên ku di roja duyemîn a agirbestê de hatin dayîn, radigihînin ku ji bo peymaneke aştiyê ya demdirêjtir û bernameya nukleerê ya Îranê dê dan û standinên nû dest pê bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Çarşemê li bajarê Laheyê yê Holendayê ku ji bo beşdarbûna lûtkeya NATOyê lê bû, derbarê agirbestê de axivî.

Donald Trump got ku ew dê hefteya bê ji bo dan û standinên nukleerê bi Îranê re rûnin ser masê.

Trump di civîna çapemeniyê de ku piştî lûtkeya NATOyê li Laheyê hat lidarxistin axivî û îhtimala peymanekê bi Tehranê re jî anî rojevê.

"Ne xema min e"

Trump, derbarê hevdîtina bi Îranê re got, "Mimkun e em peymanekê îmze bikin. Ez nizanim."

Trump axaftina xwe wiha domand, "Yanî di encamê de wan şerek dît, şer kirin û niha vedigerin cîhana xwe. Ka peyman çêdibe an na, qet ne xema min e."

Li gorî vê yekê, rayedarên Îran û Amerîkayê dê hefteya bê ji bo dan û standinên derbarê bernameya nukleerê ya Tehranê de werin ba hev.

Trump îdia kir ku tesîsên nukleerî yên Îranê di êrişên Amerîkayê de bi piranî ji holê hatine rakirin.

Trump her wiha ragihand ku di hevdîtinan de mimkun e li ser sînordarkirina bernameya nukleerê peymanek were çêkirin.

Nûnerê Taybet ê Trump yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ku di heman rojê de derbarê mijarê hevpeyvînek da televîzyona CNBCyê.

"Em nikarin destûrê bidin çekên nukleerî"

Steve Witkoff diyar kir ku zêdekirina uranyumê û çêkirina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve xetên wan ên sor in û ew hêvîdar e ku di demek kurt de bigihîjin peymaneke aştiyê ya berfireh.

Witkoff wiha pê de çû got, "Em nikarin destûrê bidin çekên nukleerî.

Ev yek dê tevahiya herêmê bêîstiqrar bike. Wê demê dê her kes bixwaze bombeyek wî hebe, ev ne mimkun e."

Li Îsraîlê ku hevkarê stratejîk ê Amerîkayê yê herêmê ye û Amerîka piştevaniya herî mezin dide parastina wê, her çend ti carî ji raya giştî re nehatibe eşkerekirin jî, tê texmînkirin ku nêzîkî 90 serikên nukleerî hene.

Trump ragihand ku her çend dan û standin berdewam bikin jî, sînordarkirinên ku wan danîne ser firotina gaza xwezayî ya Îranê dê berdewam bikin û zexta ku bi rêya ambargoyan li ser Îranê tê meşandin dê bidome.

Trump got, "Ji bo ku welat ji nû ve bixin ser rê, dê hewcedariya wan bi pereyan hebe. Em jî dixwazin bibînin ku ev yek pêk tê," û bi vî awayî peyam da ku dê ambargo ji bo bidestxistina encama ku ew dixwazin di dema danûstandinan de bên bikaranîn.

Qada esmanî ya Îranê bi awayekî qismî hat vekirin

Her çend dema ku agirbest cara yekem ket meriyetê, nûçeyên êrişên dualî yên dronan hatin belavkirin jî, di roja duyemîn de jiyan li her du welatan jî dest pê kir ku vegere rewşa xwe ya asayî.

Îranê jî roja Çarşemê qada xwe ya esmanî ya li rojhilatê welêt ji bo geştên sivîl ên navxweyî û navneteweyî vekir.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, gelek balafirgeh, di nav de Balafirgeha Meşhedê ku Îsraîlê ragihandibû ku di dema pevçûnan de kiriye armanc, ji nû ve hatin vekirin.

Lêbelê, balafirgehên li Tehranê hê jî girtî ne.

Trump piştgirî da Netanyahu

Serokê Amerîkayê Trump, piştgirî da Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku dê hefteya bê di çarçoveya doza gendeliyê ya li dijî wî de derkeve pêşberî dadger.

Trump îdia kir ku Amerîkayê Îsraîl rizgar kiriye û got "Niha jî Amerîka dê Netanyahu rizgar bike" û banga "efûkirina tavilê" ya Netanyahu an jî betalkirina dozê kir.

Di dadgeh an jî sîstema dadwerî ya Îsraîlê de, daxwazên Serokê Amerîkayê ti beramberiyeke yasayî nînin.

Lê belê, Serokkomarê Îsraîlê Îssac Herzog dikare Netanyahu efû bike.

Herzog jî berê ragihandibû ku efûyeke wiha "ne li ser masê ye."

Trump, di parvekirina xwe ya meAmerîkaya civakî de ku tê de nivîsandibû "Ew lehengekî mezin e", ji bo doza ku Netanyahu tê de tê darizandin jî gotinên "nêçîra pîrebokan" bi kar anî.

Serokê Amerîkayê berê jî ji bo dozên ku tê de dihat darizandin heman gotin bi kar anîbû û tekez kiribû ku ev doz siyasî ne.

Netanyahu jî îdia dike ku dozên li dijî wî hatine vekirin siyasî ne.

Di encama lêpirsînên ku di sala 2019an de bi sûcdariyên gendelî, bertîl û xerab bikaranîna peywirê li dijî Netanyahu dest pê kiribûn, di sala 2020an de doz hatibû vekirin.

Netanyahu wê demê jî derketibû pêşberî dadger bû yekemîn serokê Îsraîlê ku di dema serokatiya xwe de wekî gumanbar di dozeke cezayê de derket pêşberî dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst