Siyasetmedara Amerîkayî Quran şewitand

26-08-2025
Nîşan Valentina Gomez Quran Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzeda Komarparêzan a Meclisa Nûneran a Amerîkayê Valentina Gomezê li ser medyaya civakî vîdeoyek weşand ku tê de Quranê dişewitîne.

Gomez di vîdeoyê de dibêje, "Eger em Îslamê ranewestînin, dê destdirêjî li keçên we bê kirin û serê kurên we bê jêkirin."

Valentina Gomeza ku namzediya xwe ya ji bo Kongreya Amerîkayê ragihandibû, di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî weşand de got, “Ez dê li Teksasê dawiyê li Îslamê bînim.”

Gomezê di vîdeoyê de Quran bi makîneya agir şewitand.

Peyama ku Gomezê li ser vîdeoyê nivîsandibû wiha bû:

"Xwedê alîkarê min be, ez dê li Teksasê dawiyê li Îslamê bînim. Misilman ji bo ku welatên Xiristiyanan dagir bikin, destdirêjiyê dikin û dikujin.

Alîkariya min bikin ez bikevim Kongreyê da ku hûn neçar nemînin li ber wî kevirê ehmeq bejnê bitewînin."

“Amerîka welatekî Xiristiyan e”

Di vîdeoyê de li ser tîşortê Gomezê nivîsa "Valentina Gomez For Congress" û sîlueta çekeke M16 heye.

Gomez di vîdyoyê de wiha axivî:

"Eger em heta hetayê Îslamê ranewestînin, dê destdirêjî li keçên we bê kirin û serê kurên we bê jêkirin.

Ji bîr mekin, Dawid ji bo Golyat dua nekirin. Ew kuşt. Amerîka welatekî Xiristiyan e.

Ew Misilmanên terorîst dikarin biqeştin herin yekî ji 57 welatên Misilmanan. Tenê yek Xwedayê rast heye, ew jî Xwedayê Îsraîlê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst