Parlementoya Ewropayê daxwaza sepandina cezayan li ser Tirkiyê dike

26-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementoya Ewropayê li Brukselê di civînê de ye, û projebiryarek ji bo sepandina sizayan li ser Tirkiyê diyar kiriye. Ew projebiryar li beramber bikaranîna navçeya Qibrisê ye, ji bo bidestxistina gaza siruştî.

Parlementoya Ewropayê di projebiryarê de "kiryarên neyasayî yên Tirkiyê" li Varoşa, şermezar dike, û daxwaza sepandina siyazyên giran li ser Tirkiyê dike, û dibêje, Enqere bi vegera ji kiyarên xwe, dikare xwe ji sizayan biparêze.

Pêngavên vê dawiyê yên Tirkiyê li Qibris û rojhilatê Deryaya Navîn, nerazîbûna Yunan û welatên navbeynkar li pey hatiye.

Tirkiye bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku ji bo Ersîn Teter, serokê Qibrisa Bakur bangeşe kiriye û destêwerdan di hilbijartinan de kiriye.

Serokwezîrê Yunanê ragihandiye, me bijardeyeke zelal xistiye pêşberî Tirkiyê li Encûmena Ewropayê, ew jî nûkirina hevbeşî yan rûbirûbûna encaman di rêya berdewambûna tevgera dijminkarane de. Mixabin Tirkiyê bijardeya duyem hilbijart.

Di demên dawiyê de aloziyên navbera Tirkiye û Yunanê gihîştine lûtkeyê, bi awayekê ku Yunan hejmarek ji hêzên xwe li girava Kastelorezo ango Meys bicih kiriye.

Girava Meys tenê du kîlometran ji axa Tirkiyê dûr e û Tirkiye şandina hêzan ji aliyê Yunanê ve bo ser axa vê giravê bi tundî şermezar dike û tekez dike, li gor rêkeftinên navbera wan û hiqûqa navdewletî, Yunanê mafê wê yekê nîne ku serbaz û çekan bişîne giravê. Yunan jî tekez dike, girava Meys beşek ji axa wê ye û ji mafê Athinayê ye ku bi dilê xwe tevgerê li axa vê giravê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst