Trump: Rûsya tewîzên mezin dide

26-11-2025
Nîşan Donald Trump Şerê Rûsya û Ukraynayê Nexşerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku çarçoveya aştiyê ya Rûsya-Ukraynayê ya ku ji 28 xalan pêk tê û ji aliyê Amerîkayê ve hatiye amadekirin tenê “nexşeyek” e û ne planeke temamkirî ye û Rûsya tewîzên mezin dide.

Trump da zanîn ku birêvebiriya wî ji bo çareseriyeke di navbera Moskow û Kîevê de “bi pêş ve diçe.”

Trump dema ji bo betlaneya Cejna Spasdariyê ji Washingtonê diçû Floridayê di balafira “Air Force One”ê de ji rojnamegeran re axivî û got:

“Ew tenê nexşeyek bû. Ew ne planek bû. Ew têgehek (konsept) bû.”

Trump amaje bi kêmbûna gengaz a hejmara xalên nexşereyê da wiha berdewam kir:

“Wan her yek ji 28 xalan girt û pişt re dadikeve 22 xalan... Me gelek ji wan çareser kirin û bi rastî jî me bi awayekî gelekî erênî çareser kirin. Em dê bibînin bê dê çi bibe.”

“Dan û standinên me yên baş hene”

Trump got, “Dan û standinên me yên baş hene... Hinek dan û standinên me bi Rûsyayê re hene. Rewşa Ukraynayê baş e. Ez bawer im ew jî bi vê yekê kêfxweş in” û li pey çû:

“Ez dixwazim bibînim ku şer bi dawî bûye... Em bi pêş ve diçin.”

Trump li ser pirsa tewîzên ku divê Rûsya bide, diyar kir ku Moskow ji xwe “tawîzên mezin” dide û got:

“Ew şer didin sekinandin û careke din ti axê nastînin.”

Trump bal kişand ser wê yekê ku birêvebiriya wî “hewl dide tiştekî bike” û got:

“Ev pêvajoyeke tevlîhev e. Ew qasî zû nameşe.”

“Her kes ji şer westiyaye”

Trump her wiha da zanîn ku Ewropa zextê dike da ku şer bi dawî bibe û got:

“Ewropa bi rastî dixwaze di dema herî zû de dawî li şer were.”

Trump li ser pirsa “Gelo dema te ya diyarkirî heye?” got:

“Ji bo min dema diyarkirî ew e ku şer biqede... Her kes ji şer westiyaye.”

Trump eşkere kir ku Nûnerê Taybet Steve Witkoff hefteya bê dê li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.

Wî her wiha got dibe ku zavayê wî Jared Kushner jî bi Witkoff re be.

Çarçoveya 28 xalî ya ku hûrgiliyên wê destpêka vê mehê hatibûn belavkirin, dixwaze ku Ukrayna hinek axa din radestî Rûsyayê bike, hejmara leşkerên xwe sînordar bike û dev ji daxwaza endamtiya NATOyê berde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst