Îsraîlê Somalîland wekî ‘dewleteke serbixwe’nas kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Somalîland Somalî Etiyopya Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê ragihand ku wan Somalîland wekî "welat" nas kiriye. Wezîr Karên Derve yê Îsraîlê diyar kir ku dê di demeke nêzîk de nûnertî bên vekirin.

Somalîlandê berê bi awayekî yekalî veqetîna xwe ya ji Somaliyê ragihandibû.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê Somalîland "wekî welatekî serbixwe" nas kiriye.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu, Wezîrê Karên Derve Gideon Saar û Serokkomarê Somalîlandê Mihemed Ebdulahî biryara "naskirinê" bi awayekî telekonferansê îmze kiriye.

Di daxuyaniyê de dîmenên pêwendiya vîdeoyî ya Netanyahu û Ebdulahî jî hatin parvekirin ku dema îmzekirina belgeya "biryara naskirinê" hatine tomarkirin.

Netanyahu kêfxweşiya xwe ya ji ber vê biryarê anî zimên û Ebdulahî ji bo serdaneke fermî dawetî Îsraîlê kir.

Netanyahu daxwaza Somalîlandê digihîne Trump

Netanyahu diyar kir ku ew dê daxwaza Somalîlandê ya beşdarbûna "Peymanên Îbrahîm" di hevdîtina dawiya vê mehê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ragihîne.

"Peymanên Îbrahîm" rê li ber asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re vedike.

Bi vî awayî Îsraîl bû welatê yekem ku Somalîlandê nas dike.

Netanyahu: Me Somalîland wekî dewleteke serbixwe nas kir 

Serokwezîrê Îsraîlê ji ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan Komara Somalîlandê bi awayekî fermî wekî dewleteke serbixwe û xwedî serwerî nas kiriye.

Netanyahu di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

"Min îro naskirina fermî ya Komara Somalîlandê wekî dewleteke serbixwe û xwedî serwerî ragihand.

Me bi Wezîrê Karên Derve Saar û Serokê Komara Somalîlandê re daxuyaniyeke hevpar û dualî îmze kir.

Ev daxuyanî di ruhê Peymanên Îbrahîm de ye ku bi însiyatîfa Serok Trump hatibû îmzekirin.

Min Serokê Somalîlandê Dr. Ebdirehman Mihemed Ebdulah pîroz kir.

Min pesnê serokatiya wî û pabendbûna wî ya ji bo bipêşxistina aramî û aştiyê da.

Min Serok ji bo ziyareteke fermî dawetî Îsraîlê kir.

Serok ji bo vê daxuyaniya dîrokî spasiya min kir û teqdîra xwe ya ji bo destkeftiyên min ên di şerê li dijî terorê û pêşxistina aştiya herêmî de anî zimên.

Ez ji bo gelê Somalîlandê serkeftin, bextewerî û azadiyê dixwazim.

Dewleta Îsraîlê plan dike ku demildest pêwendiyên xwe yên bi Komara Somalîlandê re berfireh bike.

Ev yek dê bi rêya hevkariyeke berfireh a di warên çandinî, tenduristî, teknolojî û aboriyê de bê kirin."

Saar: Me talîmat da wezaretê ku demildest dest bi xebatan bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî li ser naskirina Somalîlandê daxuyaniyek belav kir.

Gideon Saar kêfxweşiya xwe anî zimên û wiha got,"Ez kêfxweş bûm ku di vê roja girîng de bi Serokê Somalîlandê Ebdirehman Mihemed Ebdulahî re axivîm."

Saar diyar kir ku di nava sala borî de li ser bingeha diyalogeke berfireh û berdewam, pêwendiyên di navbera Îsraîl û Somalîlandê de şêwe girtine.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê ragihand ku li dû biryara Benjamin Netanyahu û Serokê Somalîlandê, wan îro peymanek îmze kiriye.

Saar got, "Me peymana naskirina hevbeş û danîna pêwendiyên dîplomatîk ên tam îmze kir."

Li gorî gotina Saar, ev peyman tayînkirina balyozan û vekirina balyozxaneyan jî li xwe digire.

Gideon Saar destnîşan kir ku ew dê ji bo bipêşxistina pêwendiyên welat û neteweyan, aramiya herêmî û bextewariya aborî bi hev re bixebitin.

Saar da zanîn, wî talîmat daye wezareta xwe da ku ji bo fermîkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de bi lez tevbigerin.

Serokatiya Somalîlandê: Îsraîlê em bi fermî nas kirin

Serokatiya Komara Somalîlandê li ser naskirina ji aliyê Îsraîlê ve daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku ev pêngav piştî civîneke vîdeoyî ya asta bilind a di navbera Serok Ebdirehman Mihemed Ebdulahî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de hat avêtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema hevdîtinan de Serokwezîrê Îsraîlê vexwendineke fermî li Serok Ebdirehman kiriye.

Netanyahu ji Serokê Somalîlandê xwestiye ku ji bo bipêşxistin û fermîkirina hevkariya dualî ziyareteke fermî ya Îsraîlê bike.

Serokatiya Somalîlandê ev pêngav wekî "dîrokî" bi nav kir û got:

"Ev gava dîrokî dewletbûna mayînde ya Somalîlandê piştrast dike û hewldanên wê yên bi dehsalan ên ji bo naskirina yasayî erê dike."

Krîza di navbera Etiyopya û Somaliyê de

Somalîlandê sala 1991ê bi awayekî yekalî veqetîna xwe ya ji Somaliyê ragihandibû lê civaka navneteweyî ew wekî dewleteke serbixwe nas nedikir.

Somalî jî Somalîlandê wekî parçeyekî jêneger ê wela xwe dibîne û tekez dike ku hemû peymanên navneteweyî yên li ser herêmê di desthilata birêvebiriya Mogadişuyê de ne.

Mutabaqata ku 1ê Kanûna Paşîn a 2024an di navbera Somalîland û Etiyopyayê de hatibû îmzekirin, aloziya herêmî zêde kiribû.

Amadekariya Etiyopyayê ya ji bo naskirina Somalîlandê wekî welatekî serbixwe û gavên Somalîlandê yên ji bo dayîna derfeta gihîştina deryayê ji bo Etiyopyayê, bûbû sedema berteka tund a birêvebiriya Somaliyê û krîza dîplomatîk.

Hewldanên Kenya û Cîbûtî, Tirkiye, Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Afrîkayê, yên ji bo çareserkirina krîzê bêencam mabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst