Jeffrey: Tirkiyê gelek derfet ji dest dan

27-01-2021
RÛDAW
Nîşan James Jeffrey HSD Rûsya Amerîka Rojavayê Kurdistanê Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - James Jeffrey dibêje, Tirkiyê gelek derfet jidest dan û ew ne li hêviyê ye ku rewş di dema Biden de baştir bibe û dibêje jî, “Divê Tirkiye ji bo Sûriyê li gel Rûsyayê kar bike.”

Nûnerê Berê yê Amerîka bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey, di hevpeyvînekê de dibêje, ew çaverê nake ku pêwendiyên Tirkiyê li gel Amerîka di dema Biden de baştir bibin û divê Tirkiyê ji bo pirsa HSDê li gel Rûsya biaxive.

James Jeffrey şahidê demên hestyar yên di navbera Amerîka û Tirkiyê de ye û dibêje, zehmetiya herî mezin ew bû ku nikarîbûn Tirkiyê razî bikin ku ew dewleta PKKê ava nakin.

James Jeffrey, di navbera salên 2008-2010an de Balyozê welatê xwe yê Bexdadê bû piştre di navbera salên 2010-2012an de bû balyozê Enqerê.

Li gorî Jeffrey siyaseta Amerîka û Tirkiyê ji bo Sûriyê heman tişt e, herdû jî çareseriyeke siyasî, guhertina rejîma Esed, derxistina hêzên Îranê û nehiştina Daişê dixwazin.

Lê di pirsa Kurdan de ne yeknerîn in û Jeffrey dibêje ji îro û pê ve eger pirsgirêkeke Tirkiyê di derbarê YPG û HSD de hebe, divê bi Rûsya re biaxive û vê helwesta Tirkiyê ya tûnd jî bi siyaseta hundir ve girê dide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst