Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer re bi rêya telefonê axivî.
Trump ragihand, "Me bi Serokkomarê Sûriyeyê re hevdîtineke newaze pêk anî."
Donald Trump dema ku ji bo xebatên hilbijartinê here eyaleta Iowayê ji Koşka Spî derdiket pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Polîtîkayên derbarê herêmê gelekî baş dimeşin"
Trump diyar kir, "Me bi Serokkomarê Sûriyeyê yê gelekî rêzdar (Ehmed Şer) re hevdîtineke gelekî baş pêk anî" û wiha pê de çû:
"Polîtîkayên derbarê Sûriye û vê herêmê gelekî baş dimeşin. Em ji vê yekê gelekî kêfxweş in."
Ev pêwendî di demekê de pêk hat ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ji bo agirbest û dan û standinan li Şamê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse