Macron: Trump dixwaze li Xezeyê agirbesteke nû pêk were

27-06-2025
Nîşan Emmanuel Macron Donald Trump Xeze Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze li Xezeyê agirbesteke nû pêk were.

Emmanuel Macron û Donald Trump bi telefonê axivîn û Ofîsa Macron ragihand ku her du serokan rewşa li Rojhilata Navîn û şerê Ukraynayê gotûbêj kiriye.

Macron got ku Trump dixwaze li Xezeyê agirbesteke nû pêk were û anî zimên, “Trump baş dizane ku li Xezeyê agirbest girîng e.”

Serokê Fransayê bi bîr xist ku Trump şerê Îran û Îsraîlê rawestandiye û diyar kir ku helwesta wî dê çarenivîssaz be.

Rojnameyên Îsraîlê ragihand ku Trump û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Kar û Barên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re bi telefonê axivîne û wan li hev kiriye ku şerê li Xezeyê di nava du hefteyan de raweste.

Medyaya Îsraîlê jî diyar kir ku lihevkirin derbarê serbestberdana dîlên di destê Hemasê de û derketina lîderên Hemasê ya ji Xezeyê ye.

Her wiha Îsraîl jî bi şertê ku di nav birêvebiriya Filistînê de reform bên kirin dê ji bo çareserkirina mijara Filistînê ya di çarçoveya formuleke “du dewletî” de bixebite.

Li hemberî vê yekê jî Amerîka dê serweriya Îsraîlê ya li ser hinek deverên li Şerîaya Rojava nas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst