Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Hemas di mayîna li ser desthilatê de israr bike, dê "bi temamî tune bibe".
Trump her wiha diyar kir ku ew hêvî dike ku plana agirbestê ya li Xezeyê bi ser bikeve û ew ji bo vê yekê gelek dixebite.
"Encam dê bibe tunebûneke tam"
Serokê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe ya bi CNN re, li ser pirsa "Eger Hemas red bike ku desthilat û kontrola li Xezeyê dewr bike, dê çi bibe?", bersiveke kurt û zelal da, "Tunebûneke tam."
Trump anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pabendî plana agirbestê ye û ew li bendê ye ku helwesta Hemasê ya di vî warî de jî "di demek nêzîk de" eşkere bibe.
“Êrişên Îsraîlê berdewam dikin”
Li aliyê din, Birêvebiriya Parastina Sivîl a li Xezeyê, piştî nîvro ragihandibû ku tevî plana agirbestê û pevguhertina dîlan a ku Trump ragihandibû jî artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li Xezeyê didomîne.
Hemasê 3ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku ew pevguhertina dîlan a di plana Trump de qebûl dike û divê li ser hinek xalên din danûstandin bên kirin.
“Ez bawer im ew ji bo aştiyeke mayînde amade ne"
Piştî vê daxuyaniyê, Trump gotibû, "Li ser bingeha daxuyaniya ku ji aliyê Hemasê ve hatiye dayîn, ez bawer dikim ku ew ji bo aşitiyeke mayînde amade ne.
Divê Îsraîl demildest bombekirina Xezeyê rawestîne da ku em karibin rehîneyan bi lez û ewlehî derxînin."
Trump doh li ser platforma medyaya civakî ya Truth Socialê jî gotibû, "Ez kêfxweş im ku Îsraîl ji bo serbestberdana dîlan û temamkirina peymana aştiyê bombekirinan bi awayekî demkî rawestandiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse