NY li ser operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê: Xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin

28-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Êrişa Zaxoyê Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî teqezî li ser rêzgirtina serweriya Iraqê kir û daxwaza rêzgirtina serweriya Sûriyê li ser êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq îro Çarşemê ji Rûdawê re ragihand, ew teqeziyê li ser parastina serweriya Iraqê dikin û her gaveke berovajî vê yekê be, wan nîgeran dike.

Ferhan Heq her wiha li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigirin û xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin.

Roja Sêşemê Encûmena Ewlekariya Navdewletî civîneke awarte li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê kir û di civînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bang li Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir ku Tirkiyê neçar bike ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û malbatên kesên di topbarana 20ê Tîrmehê de canê xwe ji dest dane qerebû bike.

Nûnerê Tirkiyê yê Encûmena Ewlekariya Navdewletî red kir ku wan ew êrîş pêk anîce û diyar kir ku wan ji Iraqê xwestiye ku komîteyeke hevbeş ji bo lêkolînê li ser bûyerê pêk bînin lê Fuad Husên teqez kir ku tevî ku wan hemû belge hene ku berpirsyariya Tirkiyê di topbaranê de îsbat jî bikin lê Enqerê daxwazeke fermî jî heta niha negihandiye Bexdayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst