Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehekê Arjantînê biryar da ku Şirketa Googleyê 12 hezar û 500 dolarên Amerîkî wekî tezmînat bide kesekî Arjantînî ku dema ew li hewşa mala xwe bi awayekî tazî rawestiyaye, kameraya bernameya Google Streetê wêneyê wî girtiye.
Di wêneyê de pişta wî kesî li kamerayê ye, piştî ku wêne hat belavkirin, li ser înternetê deng veda û gelek kes li ser axivîn ku piraniya wan qerfên xwe bi wî kirin.
Zilamê ku polîs e, şirketa Amerîkayî bi lekedarkirina rûmeta xwe tohmetbar kir û daxwaza tezmînatê kir.
Zilam ji dadgehê re diyar kir ku sala 2017an li bajarokekî biçûk ê Arjantînê, ew li hewşa mala xwe bûye ku dîwarê wê nêzîkî du metreyan bilind e lê ew ji kameraya Google Streetê nefilitiye.
Google Streeta ku taybet e bi nîşandana wêneyên kolanan, bi otomobîlên ku kamera li ser wan hatine danîn wêneyên derdora xwe digire.
Tiştê ku rewşa Googleyê li dadgehê xirabtir kir ew bû ku hejmara xanî û navê kolanê jî veneşartibû.
Televîzyona Arjantînê û torên civakî jî wêneyên zilamê tazî belav kirin.
Zilam dibêje, ji ber vê yekê li cihê kar û di nava cîranan de qerf pê hatine kirin û gotinên nebaş jê re hatine gotin.
Par wî zilamî li dadgeheke din gilî tomar kiribû lê dadgehê gilî qebûl nekiribû û gotibû, divê gilîkar tenê gazinan ji xwe bike “ji ber ku bi awayekî ne guncav ketiye nav baxçeyê mala xwe”.
Googleyê ji bo parastina kompanyaya xwe ji dadgehê re got ku dîwarê hewşa malê bi qasî pêwîst ne bilind bûye.
Lê dadwerên Dadgeha Temyîzê ya Arjantînê gihiştin wê baweriyê ku rûmeta wî zilamî hatiye binpêkirin û divê Google 12 hezar û 500 dolarî wekî tezmînat bide wî zilamî.
Dadgeran di biryarnameya xwe de got:
“Li vir wêneyê kesekî heye ku ne li cihekî giştî li nava mala xwe hatiye girtin û li pişt dîwarekî bûye.
Binpêkirina taybetmendiya kesane, bi awayekî eşkere diyar e.”
Dadgeran her wiha da zanîn ku ti hincetên Googleyê nînin ku xwe ji berpirsyariya “vê şaştiya mezin” bidize.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse