Brîtanya ji bo rêgirtina li 'karê reş' tedbîrên nû digire

27-09-2025
Hêmin Ebdullah
Parlamentoya Brîtanyayê\ Wêne: Arşîv
Parlamentoya Brîtanyayê\ Wêne: Arşîv
Nîşan Brîtanya Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta niha ya Brîtanyayê dixwaze wisa bike ku dema tîmên kontrolê diçin ser dikanekê yan karsaziyekê ji bo dîtina kesên ku karê reş dikin, bi du tikandinan bizanibin ka mafê rûniştin û karê we heye yan na.

Ev jî bi wê yekê dibe ku her kes neçar be ku nasnameyeke dîjîtal bi wî re be.

Ev nasname sepanek (aplikasyon) e ku li ser mobayla we dixebite û tê de (navê we yê temam, hûn xelkê kîjan welatî ne, mafê we yê rûniştin û kar heye yan na) ligel wêneyekî we heye.

Sepan bi Wezareta Karên Navxwe (Home Office) ve girêdayî ye. Tîma kontrolê nasnameya we skan dike û demildest dizane ka ew kesê di wêneyê de ye heman nav û agahiyan hildigire ku li Home Office-ê hene yan na.

Eger weke hev bin, pirsgirêka we nîne. Eger cuda bin, pirsgirêk e.

Hêj li ser vê yekê tê xebitandin û dem jê re divê. Tê çaverêkirin ku heta sala 2029an bi temamî bikeve meriyetê.

Lê ji niha ve mixalefet li dijî vê yekê ye û diyar dike ku divê ji bo her kesî (xasma yên ku welatiyên Brîtanyayê ne û ne koçber in) ne mecbûrî be ku ew nasname bi wan re hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst