Dusseldorf (Rûdaw) - Du şêwirmendên bacê li parêzgeha Piacenzayê rêyeke sosret dîtine û bi saya wê 141 koçber bi awayekî yasayî û bi îqameyê anîne Îtalyayê.
Ew her du kes çûne cem şirketên mezin ên parêzgeha xwe û ji wan pirsîne: “Gelo hewcedariya we bi hêza kar ji derveyî Yekîtiya Ewropayê heye?”
Şirketan jî gotine ku pir pêdiviya wan heye. Wan jî gotiye: “Wê demê daxwaznameyan binivîsin û du qat ji hejmara ku hûn hewcedar in daxwaza karkeran bikin.”
Ev yek dihêle ku hikûmet mafê rûniştin û kar bide nîvê kesan. “Kar û barên wan ên yasayî jî li ser milê me ne.” Piştî wê, wan mafê rûniştinê ji bo nîvê din jî wergirtiye û ew maf firotine wan 141 koçberan.
Bi vî awayî milyonek euro qezenc kirine.
Fêlbaziya wan jî bi vî awayî aşkera bûye ku yek ji wan koçberan nizanibû ku di kar de fêl heye û çûye daîreyeke hikûmetê da ku bizanibe ka çi bi serê îqameya xwarziyê wî hatiye ku şêwirmendan 4000 euro jê wergirtibûn da ku jê re wergirin.
Bi vê yekê lêkolînê dest pê kir û hîlebazî aşkera bû. Niha lîsansa karê wan herdu kesan hatiye betalkirin û li benda cezayê dadgehê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse