Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê, naveroka wan herdu gotarên Serokê Fransayê, Emmanuel Macron belav dike, ku bûne cihê nîqaşê.
Macron gotara xwe ya yekem roja 2ê Cotmeha 2020an li bajarokê le Mureaux pêşkêş kir, ku 40 kîlometran dûrî bajarê Parîsê ye, ku cihê niştecihbûna gelek îslamiyên tundrew e û zêdetirîn çekdarên DAIŞî yên Fransî li vî bajarokî jiyane.
Herwiha Macron gotara xwe ya duyem roja 21ê Cotmehê di dema rêzgirtina li mamosteyê serjêkirî Samuel Paty li Zanîngeha Sorbonne li Parîsê pêşkêş kir. Herdu gotar li malpera serokatiya komara Fransayê hatine wergirtin û hevkarê me Hisên omer, rasterast ji zimanê Fransî wergerandine ser Kurdî.
Xorteke temen 18 sal ê Çeçenî ku ji temenê 6 salî ve tevî malbata xwe çûye Fransayê, roja 16ê vê mehê serê Samuel Paty birî û wêneyê wî jî belav kir, çimku wî mamosteyî di nava pola xwandinê de, ji bo gotina dersê li ser bingehên komara Fransayê, wêneyê wan karîkatoran nîşanî xwandekarên xwe da, ku çend sal pêştir ji aliyê kovara Charlie Hebdo ve li ser pêxemberê Îslamê hatibûne belavkirin û bibû sedema nerazîbûn û hêrsbûna misilmanan û paşê jî DAIŞê li Parîsê êrîşî ser kovarê kir. Ew xortê Çeçenî xwendekarê wê xwandingehê nebûye, lê du kesan li bermaber wergirtina 300 euroyan ew mamoste nîşanî wî dane.
Ew xortê Çeçenî yê temen 18 sal, di dema revê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, piştî ku hêzên polîs 11 kesên din jî têkildarî kuştina wî mamosteyî desteser kirin.
Teksta gotara roja 2ê Cotmehê ya Serokê Fransayê li bajarokê Limogesê:
Ji bo Komarê bi kirdar
Sekularî ne kêşe ye. Sekularî azadiya bawerî yan bêbaweriyê ye, herwiha azadiya mirov e ji bo bawerdariyê bi dabînkirina sîstema giştî. Sekularî bêlayeniya dewletê ye û bi ti awayî ne nehiştina olan e di reyalîtiya giştî de. Sekularî ragira Fransaya yekgirtî ye.
Ji ber wê yekê jî pêwîst e em rêzgirtina sekulariyê gelekî bi hûrî û tundî bisepînin, bi bêyî ku em têkevin dava miştûmirkar û tundrewan, ji ber ku dibe ev yek navdariya hemû Musilmanan bêserûber bike.
Kêşe goşegîriya Islamî ye. Ew proje ye ku bi plan û bi armanc hatiye danîn, ku ola siyasî ye, ji nehiştina dûbarebûna bihayên Komarê pêk hatiye, ku piraniya caran dibe sedema dirustbûna civakeke dij, ku yek ji diyardeyên wê, derketina zarokan e ji dibistanan, guherîna çalakiya werzişî û rewşenbîrî ya tayifî ye, ku dibe behane ji bo xwendina binemaya li dijî yasayên Komarê. Ew rahênaneke îdeolojî ye, ku bi wê rêyê binema û bihayên me têne redkirin, weke wekheviya navbera jin û mêr û rûmeta mirovayetî. Kêşe di wê yekê de ye ku ew îdeolojî dibêje yasayên me di ser yasayên Komarê re ne. Ez daxwazê ji ti welatiyekî me nakim ku bawerdar be yan bêbawerî be, yan kêm bawermend be yan jî miyanrew be, ew ne karê Komarê ye, lê daxwazê ji her welatiyekî dikim, eger ola wî çi be, yan bê ol be, ku bi şêweyekî reha rêzê li yasayên Komarî bigire.
Kirdar ji roja yekem ve hene, kirdar jî ji axaftinê baştir in. Ji dawiya sala 2017an ve, li 15 texan, planên berengarbûna tundrewiyê hatin cîbicîkirin, ku hemû fermangehên dewletê li xwe digirin. Fermanber bi rijdî kar dikin û encaman li ser zeviyê bidest dixin: 212 yane hatin gitin, 15 cihên olî, 4 dibistan û 13 dezgehên civakî û rewşenbîrî, bi sedan karên lêgerînê hatin kirin û dest hate danîn li ser milyonan euroyan.
Me biryar da, bêhtir ji wê yekê jî bikin û bi awayekî bihêztir. Ew jî dîtina çareseriyeke kirdeyî ye ji bo her kêşeyekê ku li ser zeviyê rûbirûyî me dibe. Roja 9ê Berfanbarê projeyasayek ji bo Encûmena Wezîran tê pêşkêşkirin, ji bo bihêzkirina sekulariyê û çespandina bêhtir a binemayên Komarê. Li hinek bajarokan projeya sepandina hinek corên xorakê li gorî hinek pîvanên sepandî li hinek xwaringehan, li hinek cihên din rê li ber zilaman digirin herine melevangehan. Her tiştekî ku bi berevajî wekhevî û binemayên sekulariyê be, tê qedexekirin.
Di çarçoveya wan xizmetguzariyên giştî de, ku ji aliyê kompanyayan ve têne pêşkêşkirin, weke amêrên guhestina giştî, hinek nehiştin di zêdebûnê de ne, weke redkirina silavê ligel jinan û danîna serrûkê li cihên ku ligel xelkê di pêwendiyê de ne. Binemaya bêlayenbûna fermanberên giştî fermanberên kompanyayên ku xwedî rêpêdan in jî li xwe digire. Lê qedexekirin ne bes e, pêwîst e ji kokê ve em kar li ser bikin. Pêwîst e em rûbirûyî Islama siyasî bibin, bi sepandina niştimanperweriya Komarê. Karkirin li ser wan komelên ku pêwîst e neteweyê Fransayê bikine yek, ne ku dabeş bikin.
Palnerên çareser li Encûmena Wezîran destpê dikin heta ku digihêjin rêgirtinê li ber destbirinê ji bo rûmeta mirov, heta digihêje gefên laşî û derûnî.
Her daxwazek ji bo wergirtina alîkariyê, bi îmzekirina girêbestekê mercdar dibe, ji bo rêzgirtinê li bihayên Komarê, ew kesên ku rêzê nagirin têne neçarkirin ku pereyan bidin.
Xwendin û kar li dibistanan, divê careke din bibe cihê pijavtina Komarê. Aniha 5 hezar zarok li malê dixwînin. Her rojekê rêveberên dibistanan zarokên derveyî sîstema perwerdeyê dibînin. Her heftiyekê parêzgar dibistanên neyasayî digirin, ku piraniya wan ji aliyê oldarên tundrew ve têne birêvebirin.
Li beramber wan nehiştinên ku bi hezaran zarok ji perwrdeyê dûr dixin, li gorî binemaya welatîbûnê û ji bo gihiştina bi rewşenbîrî û dîroka me, bihayên me û ezmûnên mikurhatin û rêzgirtin li yên din, ku dilê dibistana Komarê ye, me biryar da: Di destpêka sala xwendinê ya 2021ê de, xwendin li dibistanan dibe neçar ji bo hemûyan, ji temenê sê salî ve. Xwendin li malê tenê ji bo wan kesan dibe ku sedemên wan ên tendirustî hene, ji ber ku dibistan berî her tiştî bihayên Komarê diçînin, ne ku bihayên olî. Em sînorekî datînin ji bo fêrkirina ziman û rewşenbîriyên resen. Komar bi rêya dibistanan berengarî wan kesan dibe ku dixwazin wê biruxînin.
Islam olek e îro li hemû cîhanê di krîzê de ye. Em vê yekê li welatê xwe nabînin. Ew krîz girêdayî nearamiya navbera alî û projeyên olî û siyasî ye, bi awayekî diyar, her weke em dibêjin, dibe sedema tundrewiyeke gelekî bêhtir ji hemû deverên cîhanê.
Li Tûnisê temaşeyî hevrêyên me bikin, ji bo ku em nimûneyên din neynin. Berî 30 salî rewş gelekî cuda bû, ji aliyê şêweyê oldarî ve, şêweyê jiyanê û bêserûberiya li civaka wî welatî hebû, ku bê guman yek ji wan welatên herî pêşketî û xwedî rewşenbîrî ye li navçeyê. Êdî krîzek heye ku tûşî Islamê bûye û ew ji aliyê hinek aliyên tundrew ve hatiye belavkirin, ji wan jî bêserûberiya tundrewan, hewldan ji bo berhemanîna Cîhadeke din, ku ew jî ruxandina yên din e.
Projeya Xîlafetê, ku em li Rojhilat berengarî wê bûn, niha jî li navçeyên kenarî yên peravî berengarî wê dibin, herwiha li her cihî, ji hinek cihên nebaş û herî tundrew pêk tên. Bi sedema siruşta me, ew krîz me jî digire.
Baweriya min bi bawerdarên Musilman ên Fransî heye û ew karîna wan jî heye di wê cenga Komarî de li dijî goşegîriya Islamî, beşdar bin, hêza wan a xwerêkxistinê jî heye, ji bo dirustkirina Islama ronakbîr. Bê guman rêkxistina Islamê ne karekî dewletê ye, lê divê em rê bidinê û piştgiriyê lê bikin, ji bo wê mebestê jî me gelek danûstandin li welatê xwe ligel nûnerên Islamê kirine. Xwediyên van encam û pêşniyaran in:
-Pêwîstiya rizgarkirina Islamê li Fransayê ji bandora biyaniyan. Sînorek ji bo sîstema gotarbêjan tê danîn.
-Arezû heye ji bo parastina berpirsên mizgeftan ji kirdeyên dijminane yên tundrewan, di girtina ser mizgeftan de. Dezgeha berengarbûna destesergirtinê bê dirustkirin.
-Hezkiriana rahênan û pilebilindkirina nifşekî ji gotarbêj û reşwenbîran li Fransayê ku berevaniyê li Islamekê bikin, ku ligel bihayên Komarê guncaw be.
-Divê em hewl bidin xelk ji Komara xwe hez bikin, bi rêya nîşandana niyazên ku rê didin hemûyan ji bo dirustkirina jiyana xwe.
Em gavan davêjin ji bo vegerandina Komarê bo nav jiyanê, bi rêya programa bêmînak a perwerde, abûrî û werzişê, li her deverekê:
Du beramberkirinên polên xwendinê ji bo 300 hezar xwendekarî, vekirina 80 navendên fêrkariyê, danîna nîşanê li ser 530 malên xizmetguzariya Fransayê di warê rewşenbîrî de. Dirêjkirina demjimêrên pirtûkxaneyan li 600 şaredariyan, dirustkirina nêzîkî 100 mîkrofaylê. Hinek ji wan gavan heta sê salan li her deverê hatin kirin.
Berfirahkirin: Niha polên xwendinê li beşên mezinan têne berfirehkirin ji bo xwendekaran, herwiha 40 komelgehên perwerde û niştecîbûnê têne dirustkirin. 300 malên xizmetguzariya Fransiyan, di heftiya bê de, têne vekirin.
Hezkirina Komarê ew e ku mirov dilsoz be li beramber sozên azadiya bingehîn. Min bi wê yekê destpê kir, diyarkirina rêyên wekheviya peydakirina derfetan, nehiştina cudabûnê û piştrastbûna ji wê yekê ku hemû, bi bêyî berçavgirtina rengê pêst û olê dikarin derfetan bidest bixin.
Hinek biryarên nû di Payizê de didim. Ew ji aliyê parêzgaran ve hatin redkirin, lê hemû ji bo yek armancê dibin: Komar di kar de.
Hemû jin û mêrên Fransî, bila em hemû wê demjimêra Fransî hilgirin.
Bijî Komar û bijî Fransa
Teksta gotara roja 25ê Cotmehê ya Macron:
“Roja înê Samuel Paty bû rûyê komarê, bû rûyê meraqa me ya qirkirina terorîstan û tepeserkirina îslamîstan û jiyana wek civakeke welatiyên azad di welatê me de.
Paty bû rûyê pêkutî û îsrara me li ser zanînê. Ew bû rûyê îsrara me ji bo fêrbûn û berdewamkirina fêrbûn û azadîxwazbûnê. Çunke em ê berdewam bin ey mamoste!
Em ê bergiriya azadiyê berdewam bikin, ku te bi xwe gelek fêrî wê kirin. Em ê perçema sekulerîzmê bilind ragirin. Em dev ji karîkatûran bernadin, em dev ji wêneyên destî jî bernadin, heke yên din jî paşve bikişin. Hemû derfetên ku li ser milê komarê ne, em ê bê cudakarî ji hemû ciwanan re berdest bikin.
Mamoste! Em ê bi hemû mamoste û dersbêjan re li Fransayê berdewam bin. Em ê gotina dersên dîrokê berdewam bikin, bi hemû şanaziyên wê û bi heman awayî bi hemû guherînên wê jî. Em ê dersên wêje, muzîk û hemû karên ruh û aqil her û her bidin.
Em bi hemû hêza xwe piştgiriya diyalog, gengeşe, belgeyên bawerpêkirî û bawerîanîna bi rêyên jîrane dikin. Em ji zanist û mijarên cihê gengeşeyê hez dikin. Her wekî te, em çanda lêborînê diçînin. Her wekî te, em bêsînor hewla têgihiştinê didin, heya em bêtir têbigihin. Her ev jî bû ku dixwestin me jê dûr bixin.
Em xwe fêrî komedyayê dikin. Em xwe fêrî cudahiyê dikin. Em hertim tînin bîra xwe ku azadiyên ma parastî nabin heke ne bi rêya dawîanîna li rik û tundûtîjiyê be, heke ne bi rêya rêzgirtina yên din be.
Em ê berdewam bin ey mamoste! Bi sedan ciwanên ku te ew fêr kirin, bi dirêjahiya jiyana xwe dê wê hizirîna rexnegir bi kar bînin ku te ew fêrî kirin. Dibe ku hinek ji wan jî bibin mamoste û dersbêj û ew jî welatiyên ciwan fêr bikin. Ew ê jî tovên hezkirina komarê biçînin. Li ser têgihiştina neteweya me bixebitin. Li ser têgihiştina biha û nirxên me yên ewropî kar bikin.
Em bi dirêjiya serdeman ranawestin. Erê, em ê têkoşîna xwe dom bikin ji bona azadiyê û ji bona aqilê ku tu ji îro bi şûn de bûyî rûyê wî. Çunke di vî warî de em deyndarên te û xwe ne. Çunke ey mamoste, çira tu carî li Fransayê venamirin, bijî komar… bijî Fransa.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse