Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bang gelê Kanadayê kir û daxwaza xwe ya ji bo ku Kanada bibe 51emîn eyaleta Amerîkayê dubare kir.
Trump di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe yê Social Truth de bangî Kanadayiyan kir ku serokatiyekê hilbijêrin ku dê bacê bi nîvî kêm bike, hêza leşkerî "bigihîne asta herî bilind a cîhanê" û hemû sektoran, bi taybetî yên otomotîv, hesin, aluminyûm, daristan û enerjiyê, çar qatan mezintir bike.
Trump îdia kir ku ev soz dikarin bi polîtîkaya "sifir bac û tarîfên gumrikê" bên bicîhanîn.
Herwiha Trump got ku eger ku Kanada bibe beşek ji Amerîkayê, dê sînor bên rakirin û di navbera welatan de "gihîştina azad" were misogerkirin.
Trump, îdia kir ku her sal "bi sed milyaran dolar" alîkarî ji Kanadayê re tê dayîn û got ku ev piştgirî tenê eger ku Kanada bibe eyaleta 51emîn a Amerîkayê dê "mantiqî" be.
Her wiha Trump îdia kir ku her du welat "bi xêzeke çêkirî beriya salan" ji hev hatine veqetandin, êdî divê sînor nebe û got:
"Bifikirin ku ev perçeyê erdê dê çi qas xweşik be. Ji her aliyî ve bi avantaj, ti dezavantaja wê tune. Ev tiştekî bû ku divê jixwe pêk bihatiba."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse