Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand, her çiqasî kontrola rêxistina DAIŞê li ti herêmên Îraqê nemabe jî, hinek komên din ên çekdar bûne gef li ser wî welatî.
Wezaretê her wiha da zanîn ku ji ber vê sedemê jî wan bernameya xwe ya leşkerî ya li dijî DAIŞê a Îraq û Herêma Kurdistanê dirêj kiriye û dê di paşerojê de jî berdewam bike.
Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Almanyayê bi rêya emailê bersiva Rûdawê da û ragihand ku pêdiviya Îraqê bi hevkariya hêzên leşkerî heye, ji bilî hevkariya mirovî û pêşketina aborî, ji ber ku hinek komên din ên çekdar bûne gef li ser wî welatî.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê got, “Almanya hevparekî nêzîk ê Îraqê ye û bi awayekî berfireh alîkarî daye Îraqê û wan herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.”
Wî berdevkî amaje pê kir ku li gel hevkariyên xwe yên mirovî û alîkariya aborî ji bo Îraqê, ji aliyê leşkerî ve jî hêzên wan ji sala 2015an û vir ve li Îraq û Herêma Kurdistanê çalak in.
Li ser mana hêzên Almanyayê yên li Îraqê û metirsiya DAIŞê berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê got:
"Kontrola rêxistina terorîst a bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji dawiya sala 2017an ve li Îraqê nemaye lê hîn jî li wî welatî komek komên çekdar hene ku berdewam metirsiyê çêdikin.
Almanya hevparekî nêzîk ê Îraqê ye. Hikûmeta Federal (Almanya) di şerê li dijî DAIŞê de û di aramkirina wan herêmên ku ji DAIŞê hatibûn rizgarkirin de alîkariyeke berfireh da Îraqê.
Li gel rêkarên bicihkirina sivîl û pêdiviyên alîkariya mirovî û bipêşketina aborî, Hikûmeta Federal ji sala 2015an ve ji aliyê leşkerî ve li Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê beşdar e.
Parlamentoya Federal biryar da ku beşdariya hêzên leşkerî yên Almanyayê di çarçoveya çalakiyên NATOyê de li Îraqê û di Çiriya Pêşîn a 2024an de heta 31ê Kanûna Paşîn a 2026an were dirêjkirin.
Piştî biryara Parlamentoya Federal, ew dê ragihînin ka dê bernameya leşkerî were dirêjkirin an na."
Erkên hêzên Almanyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê ev in:
- Perwerdekirina Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê.
- Hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo yekxistina hêzên Pêşmergeyan.
- Komkirina zanyariyên îstixbaratî yên li ser tevgerên DAIŞê û dayîna wan zanyariyan ji Pêşmerge û artêşa Îraqê re.
- Dabînkirina sotemeniyê ji bo balafirên endamên din ên hevpeymaniya navneteweyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse