Pompeo: Rejîma Îranê ji xelkê xwe ditirse

28-12-2019
RÛDAW
Nîşan Mike Pompeo Amerîka Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku xelkê Îranê mafê wê yekê şînê bo hezar û 500 qurbaniyên xwe bigire û got, “Rejîma Îranê ji hemwelatiyên xwe ditirse.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, derbarê rewşa Îranê û xwepêşandanên ku meha derbasbûyî li wî welatî birêve çûbûn de, ragihand, “Xelkê Îranê xwediyê wî mafî ye ku şîna hezar û 500 kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn kuştin bigire. Rejîma Îranê ji hemwelatiyên xwe ditirse. Rejîmê careke din serî li tundûtûjiyê da û înternet girt.”

Li piraniya parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meha derbasbûyî xwepêşandanên berfireh birêve çûbûn ku li gor amarên Rêxistina Lêborîna Navdewletî, 161 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin. Lê gor ajansa Reutersê ku zanyariyên xwe dispêre berpirsekî Îranê, 1500 kes di wan xwepêşandanan de hatine kuştin. Herwiha tê gotin ku 7 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Rejîma ku di heyama birêveçûna wan xwepêşandanan tedbîrên tund girtibûn, di heyama çend rojên derbasbûyî de jî ji bo rê li ber bîranên qurbaniyên wan xwepêşandanan bigire, hêlên înternetê daxistibûn.

Lêbelê rêveberioya Tehranê û kompaniyên bo karûbarên înternetê red dikin ku hêlên înternetê hatibin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst