Li Pakistanê baranên mûsonê: 38 mirî, 63 birîndar

29-06-2025
RÛDAW
Nîşan Pakistan Baranên Mûsonê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber baranên dijwar ên li Pakistanê, li gorî agahiyên destpêkê li seranserê welêt 38 kes mirine û 63 kes jî birîndar bûn.

Saziya Birêvebiriya Karesatan a Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) derbarê baranên mûsonê yên ku bandora xwe didomînin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber baranên zêde yên mûsonê, di 3 rojên dawî de li seranserê welêt li gorî agahiyên destpêkê 38 mirine û 63 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herî zêde windahiya canî bi 19 kesan li eyaleta Xeyber Pextûnxwayê çêbûye û li eyaleta Pencabê jî 12 mirine.

Her wiha hat ragihandin ku li eyaletên Sind û Belûcistanê jî 7 kes ji ber baranên zêde mirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tê payîn baranên mûsonê bidomin û ji bo hin herêmên bakurê welêt hişyariya lehiyê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst