Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku di êrişên Rûsyayê de girtîgeh û nexweşxaneyek û hatine hedefgirtin û di nav kuştiyan de jineke ducanî jî heye.
Zelenskyy eşkere kir ku di nava rojekê de bi giştî êrişî 73 bajar û bajarokan hatiye kirin û di encamê de 22 kes mirine û 85 kes jî birîndar bûne.
Serokê Ukraynayê ji ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku artêşa Rûsyayê di şevekê de êrişî gelek herêmên Ukraynayê kiriye.
Serokê Ukraynayê da zanîn ku artêşa Rûsyayê nexweşxaneyeke li bajarê Kamyanskeyê yê parêzgeha Dnipropetrovskê kiriye hedef û got, "Di êrişê de jineke ducanî jî di nav de 3 kesan canê xwe ji dest da."
Zelenskyy her wiha bi bîr anî ku Rûsyayê bi şev êrişî girtîgeheke li parêzgeha Zaporijyayê jî kiriye û wiha domand: "Ev êrişeke bi qest û armanc bû, ne tesaduf bû.
Ne mimkin e ku Rûsan nizanîbûya ku sivîl li wê girtîgehê hene. Gelek kes mirin, 43 kes birîndar bûn û di nav wan de birîndarên giran jî hene."
Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku divê zexteke "tund" wekî cezayan li ser Rûsyayê were danîn û got, "Divê (Rûsya) neçar bimîne ku komkujiyan rawestîne û aştiyê pêk bîne."
Zelenskyy herî dawî spasiya wan serokên ku piştgiriyê didin aştiya li Ukraynayê kir.
Hejmara kuştiyên li girtîgehê derket 17an
Serokê Îdareya Leşkerî ya Parêzgeha Zaporijyayê Ivan Fedorov jî li ser hesabê xwe yê Telegramê agahiyên nû parve kirin.
Fedorov diyar kir ku Rûsyayê 4 bombeyên ji cureya FABê avêtine ser avahiyê û li gorî agahiyên heyî, hejmara kesên ku di êrişê de mirine derketiye 17an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse