Kîev (Rûdaw) – Şeva borî li Ukraynayê 'nêçîra dronan' hebû. Rûsyayê bi sedan dronên xwekuj şandin lê Hêzên Asmanî yên Ukraynayê rê neda ku piraniya wan bigihîjin armancên xwe.
Şerê Rûsya û Ukraynayê bi tûndî berdewam dike û Ukraynayê di şevekê de 615 dron û 30 mûşekên Rûsyayê xistine xwarê.
Li gorî zanyariyan, êrişan ji saet 01:00ê şeva borê û heta saet 06:00ê sibehê îro berdewam kiriye.
Rûsyayê di vê navberê de bi giştî 653 dronên xwekuj şandine Ukraynayê.
Hêzên bejahî û asmanî yên Ukraynayê karîn 615 dronan bixin xwarê.
Şerê li asmanê Kîevê
Rûsya bi piranî bi şev dronan dişîne Kîev û bajarên din ên Ukraynayê. Di wê demê de 120 dron li asmanê wê herêmê digeriyan.
Tîmeke ku ji 5 kesan pêk tê ji saet 01:00ê heta destê sibehê li ser kar e. Erkê wan parastina asmanê Kîevê ye û tîmên bi vî rengî li derdora bajêr belav bûne.
Ji karmendiyê ber bi eniya şer ve
Volodymyr li ofîseke daîreya têkiliyên giştî karmend e lê ew piştî perwerdeyê, ev 6 meh in hefteyê carekê dibe xwebexş. Ew niha endamê tîma gerok a xistina dronan e.
Volodymyr sedema tevlîbûna xwe ji Rûdawê re wiha anî zimên:
"Rûsyayê îsal êrişeke mezin a bi dronan pêk anî. Ez û malbata xwe wê demê di stargehê de bûn.
Min wê gavê biryar da. Min got li şûna ku ez li vir xwe veşêrim, ez dikarim karekî din bikim û şer bikim."
Pêla nû ya êrişan
Pêla êrişan saet 03:00ê sibehê dijwartir bû û hejmareke zêde ya dronan li asmanê Kîevê firiyan.
Yek ji berpirsên tîma gerok a xistina dronan Petro, behsa karê xwe kir.
Petro ji Rûdawê re got, "Karê hêzên parastina asmanî, komên gerok û sîstemên bersivdayînê ev e. Ev karê parastina asmanî ye.”
Êrişên mûşekî û stasyona trênê
Di dema xistina dronan de, mûşekên balîstîk jî çend herêmên Kîevê kirine armanc û nûşek li çend cihan ketine.
Yek ji cihên ku hatiye bombebarankirin stasyona trênê ya bajarê Fastivkayê ye.
Serokê Desteya Rêhesinên Ukraynayê Oleksandr Pertsovskyi li cihê bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Pertsovskyi got, "Şeva borî li herêmeke niştecihbûnê bombebaraneke tirsnak çêbû.
Ev stasyoneke li derveyî bajêr e. Rûs dibêjin 'ev baregeha NATOyê ye' lê ev der cihê xwendekar, hemşîre û welatiyan e.
Ew her sibeh li vir li benda trênê disekinin."
Bîlançoya 24 saetan
Ji bilî dronan, Rûsyayê di nava 24 saetên dawî de 51 mûşekên cruise û balîstîk jî avêtin Ukraynayê.
Hêzên Ukraynayê 30 mûşek ji wan xistin xwarê. Di encama êrişan de ziyan gihîşt 30 herêman lê ti ziyanên canî çênebûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse