Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê îro bi dronên FPV êrişî baregehên esmanî yên leşkerî yên herêmên Murmansk, Irkutsk, Ivanovo, Ryazan û Amurê kiriye û agir bi çend balafiran ketiye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat gotin: "Îro rejîma Kyivê bi FPVan li ser bingehên esmanî yên leşkerî yên herêmên Murmansk, Irkutsk, Ivanovo, Ryazan û Amurê êrişên terorî pêk anîn."
Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku erişên li balafirgehên leşkerî yên Ivanovo, Ryazan û Amurê hatin têkbirin lê li herêmên Murmansk û Urkutskê di encama êrişa FPVan agir bi çend balafiran ketiye.
Li gorî daxuyaniyê agir hat vemirandin û ti ziyana canî çênebûye. Hat ragihandin ku hin kesên beşdarî "êrişên terorî" bûne hatine desteserkirin.
Parêzgarên Rûsyayê êriş piştrast kirin
Parêzgarê Herêma Murmansk Andrey Çibis, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Sîstemên parastina hewayî, hêzên ewlehiyê û rayedarên Wezareta Rewşên Awarte dixebitin."
Çibis bangî xelkê kir ku aram bin û wêne û vîdeoyên li ser êrişan li ser medyaya civakî belav nekin.
Li aliyê din, Parêzgarê Herêma Irkutskê Igor Kobzev jî vîdyoyek ku tê de dronên kamîkaze difirin û dûmaneke giran bilind dibe, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û piştrast kir ku êriş li ser baregeheke leşkerî li herêmê pêk hatiye.
Wî da zanîn ku hejmara FPVan hêj nehatiye diyarkirin, hêzên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin û navendeke rewşa awarte hatiye avakirin.
Parêzgarê Herêma Ryazan Pavel Malkov jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişa Ukraynayê ya li herêmê di Cejna Zarokan de û eşkere kir ku li gorî zanyariyên destpêkê ti kes nehatiye kuştin lê FPVên ketî zerer dane û lêkolîn berdewam dikin.
"40 balafiran zerer dîtine"
Li gorî çavkaniyên Ukraynayê, zêdetirî 40 balafirên Rûsyayê zerer dîtine
Hesabên medyaya civakî yên Ukraynayê diyar kir ku artêşa Ukraynayê operasyoneke mezin a FPV li dijî Rûsyayê pêk aniye.
Tê îdiakirin ku di êrişan de zêdetirî 40 balafirên Rûsyayê zerer dîtine, di nav de balafirên de balafira hişyariya bilez A-50, balafirên bombebaranê Tu-95 û Tu-22M3 jî hene.
Civîna aştiyê li Stenbolê
Li aliyê din, yê payîn ku civîna di navbera heyetên Ukrayna û Rûsyayê de, sibe saet 13:00an li Stenbolê pêk were.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve, heyetên Ukrayna û Rûsyayê dê li Koşka Çiraxanê bicivin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku heyeta Ukraynayê ji bo bi dawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê dê li Stenbolê tevlî hevdîtinan bibe.
Li gorî gotina Zelenskyy Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov dê serperiştiya heyetê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî da zanîn ku wan pêşniyarî Ukraynayê kirine ku xula nû ya dan û standinan di 2yê Hezîranê de li Stenbolê pêk bînin û Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Vladimir Medinskiy dê serperiştiya heyetê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse