Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer sînyala guherîneke dîrokî ya di siyaseta derve ya li hemberî Îsraîlê de da û got, "Eger li Xezeyê agirbest pêk neyê em dê dewleta Filistînê nas bikin"
Starmer her wiha got, "Di demekê de ku çareseriya du dewletî di bin gefê de ye, êdî dema wê hatiye ku em tevbigerin."
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, piştî civîna awarte ya kabîneyê, di axaftina xwe ya televîzyonê de peyameke zelal da Îsraîlê.
Starmer diyar kir, eger Îsraîl ji bo bidawîkirina "rewşa awarte" ya li Xezeyê gavên berbiçav neavêje, ew amade ne ku beriya civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya meha Îlonê, Filistînê wekî dewleteke serbixwe nas bikin.
Starmer tekezî kir ku ev biryar bi wê mercê girêdayî ye ku Îsraîl “pabendî pêvajoyeke aştiyê ya demdirêj be ku bi çareseriya du dewletî bi encam bibe” û anî zimên, vîzyona çareseriya du dewletî di bin xeterê de ye û ew neçar in tevbigerin.
"Divê êşa li Xezeyê bi dawî bibe"
Serokwezîr bal kişand ser aliyê mirovî yê biryara xwe jî û derbarê rewşa Xezeyê de got:
“Niha xelkê Xezeyê di nav êşeke xedar de ye; em zarokên birçî û yên ku ji bêhaliyê nikarin li ser piyan bisekinin dibînin. Divê ev êş bi dawî bibe.”
Ev ultîmatoma dîrokî ya Starmer di demekê de hat ku hikûmeta Brîtanyayê heman rojê ragihandibû ku wan yekem alîkariya xwe ya asmanî ya bi bihayê nêzîkî nîv milyon sterlînî gihandiye Xezeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse