Piştî şerê Ukraynayê, Almanya ji xew radibe: Pîşesaziya parastinê bi lez mezin dibe

29-08-2025
RÛDAW
Mark Rutte û Boris Pistorius\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Mark Rutte û Boris Pistorius\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Almanya NATO Mark Rutte Rheinmetall
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Kompanyaya mezin a çekan Rheinmetallê li bajarokê Unterlüßê yê Almanyayê kargeha herî mezin a çekan a Ewropayê vekir.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte tevlî merasîma vekirina kargehê bûn

Ev pêngava stratejîk wekî bersiveke ji şerê Ukraynayê re û peyameke bihêz e ji bo bihêzkirina kapasîteya parastina Ewropayê.

Rûberê kargehê pênc caran ji stadyuma futbolê mezintir e û tê payîn ku salane 350 hezar guleyan hilberîne.

Pistorius: Em ewlehiya dabînkirina çekan zêde dikin

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku ev pêngav peyameke bi hêz dide.

Boris Pistorius got, "Tenê di 18 mehan de li vir hejmareke berçav a çekan tê hilberîn û armanca me ew e ku em di demeke kurt de vê hejmarê hîn zêdetir bikin.

Ev tiştekî balkêş e û peyameke bihêz e ku nîşan dide em li Almanyayê ewlehiya dabînkirina çekan zêde dikin.”

Sekreterê NATOyê: Ev gav ji bo rêlibergirtina şerên nû girîng e

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî di merasîmê de amade bû û eşkere kir ku ev pêngav gaveke "gelekî girîng e" ji bo ewlehiya Ewropayê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê got, "Ev gav hem ji bo ewlehiya me û hem jî ji bo berdewamiya piştgiriya li Ukraynayê gelekî girîng e.

Her wiha ji bo rêgirtina li her destdirêjiyeke di paşerojê de jî pêwîst e.”

Zêdekirina lêçûnên leşkerî û gefên Trump

Vekirina vê kargehê di demekê de ye ku endamên NATOyê hewl didin xerciyên xwe yên parastinê bigihînin ji sedî 2yê dahata xwe ya neteweyî.

Her wiha Hikûmeta Trump jî hişyarî dabû ku eger welatên endam wekî pêwîst pereyan ji bo parastina xwe xerc nekin, Amerîka dê piştgiriya xwe kêm bike.

Kargeha Rheinmetallê her wiha peyman bi Romanya û Bulgaristanê re jî îmze kiriye.

Tê payîn ku li Romanyayê barût û li Bulgaristanê jî guleyên 155 mîlîmetreyî bên çêkirin. Bihayê giştî yê van hilberînan zêdetirî milyarek Euro ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst