Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya ku DNAya kevn bi kar aniye, sireke nû li ser mirina leşkerên Napolyon Bonaparte eşkere kir.
Sala 1812an, dema Napolyon û artêşa wî ya mezin ji Rûsyayê vedikişiyan piraniya leşkerên wî ji ber birçîbûn, serma û nexweşiyê mirin.
Demeke dirêj dihat bawerkirin ku nexweşiya "tîfo"yê bûye sedema mirina wan a sereke.
Lê belê lêkolîna nû ya ku encamên wê di kovara Amerîkayê "Current Biology"ê de hatine weşandin, sedemên din derxistine holê.
Çawa sir eşkere bû?
Zana li ser gorên komî yên ku termên leşkerên Napolyon di wan de ne xebitîn û ji diranên 13 leşkeran nimûneyên DNAyê wergirtin û li ser wan lêkolîn kirin.
Encam çi bûn?
Di encama lêkolînê de ti delîlên nexweşiya tîfoyê nehatin dîtin.
Li şûna wê, derket holê ku leşker bi du nexweşiyên din ketine:
Taya Paratîfoîdê: Cûreyek nexweşiya salmonellayê ye û ji ber bakteriyekê çêdibe.
Taya Ducare: Ev nexweşî ji ber bakteriyekê çêdibe ku bi kêçên laş belav dibe.
Ev her du nexweşî, bi taybetî jî taya ducare mirov pir lawaz dikin çimkî leşker ji xwe westiyayî û birçî bûn, ketina wan a bi van nexweşiyan rê li ber mirina wan xweş kir.
Lêkolînê destnîşan kir ku sedema sereke ya mirina leşkerên Napolyon ne tenê tîfo bûye, tevlîheviya westandin, serma û nexweşiyên taya paratîfoîdê û taya ducare jî sedem in.
Du xalên girîng:
Zana dibêjin dibe ku tîfoyê jî rolek lîstibe, ji ber ku wan tenê ji 13 leşkeran nimûne wergirtine lê di wan gorên komî de zêdetirî 3 hezar terman hene.
Term bi kincên leşkerî hatine dîtin û ti çek bi wan re nebûne ku ev yek nîşan dide ew ne di şer de lê ji ber nexweşiyê mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse