Dusseldorf (Rûdaw) - Dadgeha Herêma Solnayê ya Stockholma paytexta Swêdê, cezayê heta hetayê li kujerê karsazê Kurd Hecî Hêriş Ezîzî birî.
Hecî Hêriş destpêka îsal li taxa Husby a Stockholmê di nava ofîsa xwe ya geştyarî û xizmetguzariyê de rastî êrişeke çekdarî hatibû û bi 8 guleyan hatibû kuştin.
Dadgehê piştî lêkolîn û darizandinê, hukmê xwe yê derbarê êrişkar Kerîm Ela yê 34 salî de eşkere kir.
Kuştina bi plan û êrişa li ser polîsan
Li gorî biryara dadgehê, Kerîm Ela ne tenê ji ber kuştina karsazê Kurd, her wiha ji ber hewldana kuştina efserekî polîs û şahidekî bûyerê, hilgirtina çeka neyasayî û bikaranîna madeyên hişbir bi girtîgeha heta hetayê hat cezakirin.
Di hûrgiliyên biryarê de hat diyarkirin ku bûyer "kuştineke bi plan" bûye.
Kamerayên çavdêriyê nîşan daye ku kujer rojek berê çûye pêşiya ofîsa Hecî Hêriş, wêne girtine û keşif kiriye.
Dadgehê destnîşan kir ku roja bûyerê jî kujer bi cilûbergên taybet (reş û şînê tarî) çûye cihê bûyerê û ji ber vê yekê ti cezayê kêmtir ji zindana heta hetayê ji bo wî ne guncaw e.
Kurê wî jî hatibû kuştin
Hecî Hêriş beriya bê kuştin, ji tîma Rûdawê ya Diyasporayê re axivîbû û dilgiraniya xwe ya li hemberî komên mafyayî anîbû zimên.
Hêjayî gotinê ye ku beriya vê bûyerê, kurekî Hecî Hêriş jî ji aliyê heman komên mafyayî ve hatibû kuştin.
Li Swêdê kiryarên mafyayî kêm dibin
Li aliyê din, Polîsê Swêdê vê hefteyê ragihand ku komên mafyayî li welêt qels bûne.
Seroka Îstixbarata Polîsê Navenda Swêdê Jale Poljarevius diyar kir ku eger rewş wiha berdewam bike, dê di demeke nêzîk de rêjeya bûyerên çekdarî û mafyayî yên rêxistinkirî li Swêdê dakeve asta navîn a welatên Yekîtiya Ewropayê.
Ev daxuyanî û biryara dadgehê, ji bo malbatên Kurd ên li Swêdê ku ji ber şerê çeteyan dilgiran bûn, bû cihê hêviyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse