London (Rûdaw) - Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê vê hefteyê çîroka serkeftina parêzerekî Kurd ê li Brîtanyayê tîne ziman.
Nizar Weysî li Brîtanyayê bi karê şûştina otomobîlan dest pê kiriye û niha di warê tawannasî û yasayê de bûye kesekî navdar.
Nizar Weysî niha li şirketa xwe ya yasayî alîkariya ciwanên din ên Kurd dike da ku ew jî bibin parêzerên serkeftî.
"Daxwaza min a penaberiyê hat redkirin"
Nizar Weysî yê ku li Silêmaniyê mezin bûye û bi eslê xwe ji Tewêleyê ye, behsa destpêka jiyana xwe ya li Brîtanyayê kir.
Nizar Weysî diyar kir ku destpêkê daxwazên wî yên penaberiyê hatine redkirin û got:
"Heta gihîşt wê astê ku êdî li dadgehan jî ti asoyek li ber me nemabû.
Piştre biryarek hat ku jê re digotin 'Li derveyî yasayên penaberiyê' û wekî xêrxwaziyekê bersiv dan wan kesên ku salên dirêj bûn li vir bûn."
"Min otomobîl dişûştin"
Nizar Weysî da zanîn ku piştî wergirtina mafê manê, wî biryar daye ku bixwîne lê pêvajoya xwendinê ne hêsan bûye.
Parêzerê Kurd wiha behsa wan rojan kir:
"Di wan deman de ne wekî niha bû. Rêpêdaneke karkirinê dabûne me, ew jî kaxezeke gelekî asayî bû û li gelek cihan tu nedihatî wergirtin.
Min ji karê şûştina otomobîlan dest pê kir. Min karê xwe bi serbilindî dikir û êvaran jî li dû wî karî min ziman dixwend."
Nizar Weysî diyar kir ku wî rojên dawiya hefteyê jî wekî pasava kar kiriye da ku debara xwe bike û bixwîne.
Alîkariya ciwanan dike
Nizar Weysî niha li şirketa "Rashid Law" parêzer e û pisporê dosyayên koçberiya karsaziyê û tawanê ye.
Ew di heman demê de rêberiyê ji xwendekarên Kurd ên yasayê re dike.
Xwendekara yasayê Ayda Muzeferê got, "Ji bo ku ezmûneke te hebe, bi rastî pêwîstiya te bi kesekî wekî Kak Nizar heye ku hem dilsoz e û hem jî rê nîşanî mirov dide."
Xwendekara din Lanî Gulê jî diyar kir ku bi saya Nizar Weysî ew fêrî gelek tiştan bûye.
"Zindan mêjiyê mirov dişkîne"
Nizar Weysî şîret li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku ji karên neyasayî dûr bisekinin.
Weysî got, "Yekem tiştê ku li zindanê tu ji dest didî azadiya te bi xwe ye."
Parêzerê Kurd axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Bîst û çar demjimêrên yekem ên zindanê nexweştirîn dem in û li zindanê kesayetiya te dişkênin. Piştrast be zindan mêjiyê te dişkîne.
Loma şîreta min ew e heta dikarin ji şikandina yasayê dûr bikevin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse