Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê: Em pêwîstiyên koçberên Rojava digihînin YE

30-03-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand ku wan hemû data û zaniyarî derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan kirine kongreya Brûkselê kirine.

Pêncemîn konferansa alîkariya Sûriyê li Brukselê tê sazkirin. Di konferansa li Brukselê de, daxwaz ji Civaka Navdewletî ê kirin alîkariya xelkê Sûriyê bikin û pereyan ji bo wan kom bikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Rûdaw re ragihand, ku ji bo kongreya Brukselê ew hatine vexwendin û wan hemû data û zaniyarî derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê de pêşkêşî wan kirine.

Dilawer Ajgeyî diyar kir ku ew hêvî dkin, piştî bidawîhatina kongireyê, bi rêya rêxistinên navdewletî û ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, proje ji bo alîkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê werin bicîkirin û got, ku ew berdewam data û zanyariyaran di derbarê penaber û koçberan de digihînin Yekîtiya Ewropayê.

Wezîrê Derve yê Iraqê di wê kogreyê de beşdar nabe, û nûneratiya Herêma Kurdistanê jî gotara xwe pêşkêş nake, lê datayên xwe bi rêya raporekê pêşkêşî rêxistinan û welatên xwebexş dike, ji bo ku penaberên Rojavayê Kurdistanê ji projeyan bê par nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst