Çarenivîsa 16 koçberên ku di nav de keçên Kurd jî hene ne diyar e

30-05-2023
RÛDAW
Çarenivîsa 16 koçberên ku di nav de keçên Kurd jî hene ne diyar e
Çarenivîsa 16 koçberên ku di nav de keçên Kurd jî hene ne diyar e
Nîşan Yunan Keçên Kurd Şêrîn Kalo Cûlyana Nedîm Necar Zeyneb Sebrî Faris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çarenivîsa 16 koçberên ku belema wan li nêzî girava Mîkonos a Yunanê binav bûye ne diyare ku di nava wan de du keçên Kurd jî hene.

Rêkxistina Mafên Mirov ya Efrîn - Sûriye dibêje ku roja Îna borî belemek ku 20 koçber tê de bûn, ji Tirkiyê berê xwe dabû Yunanê lê belema wan noq bûye.

Pişt re termê çend kesan hatine dîtin, di nava wan de keça Kurd a bi navê Şêrîn Kalo ku ji gundê Kurzêlê yê Şêrawa li gundewarê Efrînê û termê Sûriyekî û Efxaniyekî hatine dîtin.

Heta niha çarenivîsa 16 kesan ne diyar e, di nava kesên wenda de 2 keçên Kurd hene ew jî ji Efrînê ne. Yek jê Cûlyana Nedîm Necar a 18 salî ye ji gundê Kîmarê ye û ya din jî Zeyneb Sebrî Faris e ji gundê Meemela li nahiya Raco ye.

Li gorî zanyariyan Belema wan koçberan li girava Mîkonos li kevirekî ketiye û qulbiye û binav bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst