Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû û pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştin peravê.
Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû.
Ji ber metirsiya tsunamiyê daxwaz ji xelkê hat kirin ku nêzîkî peravan nebin.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştine peravên Kamçatka û Japonyayê.
Karkerên li Santrala Nukleer a Fukuşîmayê şandin malê.
Li Amerîkayê jî bi taybetî ji bo peravên Hawaiiyê fermana valakirinê hat dayîn.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej li xaleke nêzîkî ser rûyê avê çêbûye.
Pişt re yekser hişyariya tsunamiyê hatiye dayîn.
Sîstema Agahdariyê ya Tsunamiyê ya Amerîkayê ragihand ku piştî erdhejê bi 3 demjimêran eger heye li hinek peravên Rûsya û Japonyayê pêlên tsunamiyê yên metirsîdar çêbibin.
Piştî hişyariyê ji bo Giravên Guam û Mariana Bakur pergalên hişyariya şopandina tsunamiyê ketin kar.
Piştî demeke kurt pêlên nêzîka 4 metreyan gehiştin Nîvgirava Kamçatkayê.
Parêzgarê Herêmê yê Rûsyayê ragihand ku gelek birîndar hene.
Her wiha hatiye ragihandin ku pêşdibistanekê zerar dîtiye.
Li hêla din, bajarokê Severo-Kurilskê jî hat valakirin ku 2000 kes li dijîn.
#VÎDEO - Ji ber tsunamiyê beşeke bajarê Severo-Kurilskê di bin avê de ma
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 30, 2025
🛑 Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû
🛑 Pêlên tsunamiyê gihiştin peravan #eartquake #Russia #Tsunami #Kamchatka pic.twitter.com/aeL48xAIAc
Japonyayê hişyariyeke lezgîn da
Japonyayê ji ber erdhej û tsunamiyê hişyariyeke lezgîn da.
Hikûmetê ji bo xelkê li peravan fermana veguhastinê da.
Piştî hişyariyê, êdî xelk derket ser banên avahiyên bilind.
Santrala Nukleer a Fukuşîmayê hat valakirin ku di erdheja 11ê Adara 2011an a bi pileya 9,0 de zerer dîtibû.
Piştî erdheja sereke hinek erdhejê din jî çêbûn ku ya herî mezin 7, 0 pile bû.
Amerîka
Li Amerîkayê jî alarma tsunamiyê ket dewrê.
Ji bo eyaletên Kaliforniya, Oregon û Washingtonê hişyarî hat dayîn.
Ajansa Birêvebirina Rewşên Bilez a Federal a Amerîkayê, piştî erdheja ku li Okyanusa Pasîfîk çêbû, daxwaz kir ku herêmên li peravên Hawaiiyê yekser bên valakirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê got ku ji ber “erdhejeke mezin” a li Okyanûsa Pasîfîk, ji bo kesên li Hawaiiyê dijîn hişyariya tsunamiyê heye û biland:
“Ji bo Alaska û Perava Pasîfîkê ya Amerîkayê Çavdêriya Tsunamiyê heye. Japonya jî di rê de ye.”
#VÎDEO - Dîmenên zelal ên erdheja li Rûsyayê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 30, 2025
🛑 Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû
🛑Pêlên tsunamiyê gihiştin peravan
🛑 Ji ber tsunamiyê beşeke bajarê Severo-Kurilskê di bin avê de ma
#eartquake #Russia #Tsunami… pic.twitter.com/QprFBcHYGu
Endonezya
Rayedarên Endonezyayê jî hişyariya tsunamiyê da û şîret li şêniyên nêzîkî peravê kirin ku biçin cihên bilind.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Dewletê Antarayê; Ajansa Avhewa, Klîmatolojî û Jeofîzîkê ya Endonezyayê diyar kiriye ku potansiyela erdhejê heye ku li gelek herêmên Endonezyayê tsunamiyê derxe û bilindahiya pêlan ji 0,5 metreyan kêmtir be.
#VÎDEO - Pêlên tsunamiyê gihiştin peravên Severo-Kurilskê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 30, 2025
🛑 Li Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû û pêlên tsunamiyê gihiştin peravan#earthquake #Russia pic.twitter.com/HuCBNpMXQZ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse