Hewlêr (Rûdaw) - Fenomena TikTokê Keyla Andreina González Mercadoya 28 salî li Ekvadorê di dema weşana zindî de bi guleya ku li serê wê ket hat kuştin.
Bûyer li bajarê Guayaquilê yê Ekvadorê li mala Keylayê qewimî.
Li gorî îdiayan, dema Keylayê bi hevalê xwe re alkol vedixwar henek li hev dikirin.
Di weşana zindî de tê bihîstin ku Keyla ji gumanbar re dibêje, "Du guleyan berde min lê bihêle ez hinekî vexwim.”
Keyla pişt re jî dibêje, "Du guleyan berde serê min, ez dê yekser bimirim, ez naxwazim êşê bikişînim.”
Dengê du guleyan tê bihîstin û weşan ji nişka ve qut dibe.
Hevala wê yekser direve û xeberê dide malbata Keylayê.
Gumanbar Manuel Andrés Álava Lázaro li motorsîkleta xwe siwar dibe û ji cihê bûyerê direve û hîn jî nehatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse