Rekora 26 salan: Almanyayê bi qasî 726 milyon euroyan çek firotine Tirkiyeyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Tirkiye Firotina Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê 2025an bi bihayê 726 milyon euroyan çek û kelûpelên leşkerî firotine Tirkiyeyê.

Ev hejmar ji sala 1999an û vir ve asta herî bilind a firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ye.

Ev amar piştî wê yekê derketin holê ku Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) Ulrich Thoden pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Aboriyê ya Almanyayê kir û daxwaza hûrgiliyan kir.

Wezaretê di bersiva xwe de daneyên hinardekirina çekan ên sala 2025an eşkere kirin.

Tirkiye di rêza duyem de ye

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Aboriyê, Almanyayê di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2025an û 8ê Kanûna Pêşîn a 2025an de bi bihayê 8 milyar û 400 milyon euroyan çek firotine welatên din.

Di lîsteya welatên ku herî zêde çek ji Almanyayê kirîne de, Norwêc bi 1,31 milyar euroyan di rêza yekem de ye.

Tirkiye bi 726 milyon euroyan di rêza duyem de cih digire.

Ukraynaya ku ev çend sal in li dijî Rûsyayê di şerekî dijwar de ye, bi 483 milyon euroyan di rêza sêyem de maye.

Piştî operasyona Rojavayê Kurdistanê sînordar kiribû

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev rêje ji sala 1999an ve asta herî bilind e ku Tirkiye ji Almanyayê çekan dikire.

Berlînê piştî operasyona Tirkiyeyê ya 2019an a li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, firotina çekan a ji bo Enqereyê bi awayekî berbiçav sînordar kiribû.

Di wan salan de firotina çekan heta bin 10 milyon euroyan daketibû.

Firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê li Almanyayê hîn jî dibe sedema nîqaşên tund.

Beşek ji raya giştî û hinek partiyên siyasî yên Almanyayê ji ber "binpêkirina mafên mirovan" û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Deryaya Spî li dijî vê bazirganiyê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst