MEXRIB - Agirê ku bi daristanê ket 5 roj in nayê vemirandin

31-05-2025
RÛDAW
Nîşan Mexrib Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku li herêma Huwarayê ya bajarê Tancayê yê Mexribê bi daristanê ket, 5 roj in nikare were vemirandin.

Birêvebirê Saziya Neteweyî ya Avê û Daristanan ê Tancayê Osman Ezawî diyar kir ku nêzîkî 85 hektaran daristan şewitiye.

Osman Ezawî da zanîn ku di 24 demjimêrên dawî de, tevlî ku şewat berdewam e jî qada ku zerer dîtiye zêde nebûye.

Ezawî eşkere kir ku niha xebatên wan ên ji bo kontrolkirina agir ji ber ba û germahiyên bilind zehmet bûye.

Birêvebirê Saziya Neteweyî ya Avê û Daristanan ê Tancayê Osman Ezawî diyar kir ku artêşa Mexribê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê ji bo vemirandina agir hev re dixebitin.

Agir 26ê Gulanê li daristanên Huwarayê dest pê kiribû.

Mexribê beriya niha ragihandibû ku ji bo têkoşîna li dijî şewata daristanan nêzîkî 17 milyon dolar veqetandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst