Portugal jî tevlî karwanê bû: Dê Dewleta Filistînê nas bike

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Portugal Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Portugal jî tevlî wan welatan bû ku dê dewleta Filistînê nas bikin û ragihand ku ew dê meha Îlonê vê gavê bavêje.

Daxuyaniya Portugalê piştî daxuyaniyên Fransa, Malta, Brîtanya û Kanadayê hat.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ku daxuyaniya dawî dabû, kiryarên Îsraîlê yên li Xezeyê şermezar kiribû û diyar kiribû ku ew dê di Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku dê meha Îlonê bê lidarxistin, Filistînê “wekî dewlet nas bikin”.

Carney di daxuyaniya xwe ya di civîneke çapemeniyê de wiha gotibû:

“Em plan dikin ku di Komîsyona Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî de ku dê Îlona 2025an pêk were, dewleta Filistînê nas bikin.

Em vê yekê difikirin ji ber ku birevebiriya Filistînê soz daye ku ew dê pêşengiyê ji reformên ku demeke dirêj e pêwîst in re bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst