Welatên cîhanê bi nerîtên balkêş pêşwaziyê li sala nû dikin

31-12-2021
RÛDAW
Amadekarî bo serê salê li Florîdaya Amerîkayê.
Amadekarî bo serê salê li Florîdaya Amerîkayê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatên cîhanê, bi çendîn nerîtên cuda pêşwazî li sala nû tê kirin. Hinek ji wan nerîtan ecêb û balkêş in.

Li Îtalya û Meksîkjayê di şeva sersalê de, beşek ji welatiyan bincilên sor li ber xwe dikin, ji bo ku li gor baweriya wan, sala wan ya nû  tije hezkirin be û zêdetir zarokên wan çêbibin. Herwiha beşek ji wan bi hêviya dewlemendbûnê bincilên rengê zer li ber xwe dikin.

Socorro Berlin, welatiyê Meksîkayê dibêje, “Em hemû dixwazin îsal bi dawî bê û sala nû baştir be.”

Li Brezîlyayê jî bawermendên ola  “Umbanda” diçin perevan, gulên spî û diyariyan berdidin nav deryayê û mûman pêdixin, ji bo ku li gor baweriya wan “Xwedawenda Deryayê Yamanya” di sala nû de bextê wan spî bike.

Vanessa Lopez, mamosteya ji Brezîlyayê diyar dike, “Ev rojeke bo ronahiyê, hezkirin û aşitiyê bo hemû olan. Ez hatime vê derê ji bo ku temaşe bikim û bereketê werbigirim.”

Îspanî jî ligel lêdana zengila demjimêr 12ê nîva şevê, bi hêviya ku sala wan ya nû xweştir be û dahata wan zêdetir bibe, 12 libên tirî dixwin.

Li Skotlandayê jî bawerî wiha ye ku eger yekem kesê piştî 12ê nîva şevê ji deriyê mala we ve hat jor, zilamek porê wî reş be, ev yek di sala nû de bextê we vedike. Ji ber vê yekê di şeva serê salê de zilamên porê wan reş, bi diyariyan serdana heval û kesûkarên xwe dikin.

Li Chiliyê (Çîlîyê) jî rojek berî sala nû xelk serdana goristanan dikin.

Li Danmarkê jî nerît wiha ye ku perçeyên firaqên şikestî li ber derî bên danîn, bi armanca ku niyetên xirab li wir bên bicihhêlan û bo sala nû neyên birin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst