Hewlêr (Rûdaw) - Di roja yekem vekirina bazarê ya sala nû de bihayê petrolê daket.
Roja înê bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 10 sentan daket û bi 60 dolar û 75 sentan dan û standin pê hat kirin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê daket û bi 57 dolar û 32 sentan dan û standin pê tê kirin.
Zêdebûna petrolê ya di bazarê de bihayê petrolê di sala 2025an de bi awayekî wisa daket ku ji 2020î ve mînaka wê nehatiye dîtin.
Di sala nû de dilgiraniyên li ser petrola zêde ya di bazarê de berdewam in ku zext li ser bihayan çêkiriye.
Li gel vê yekê, pirsgirêkên jeopolîtîk ên wekî berdewamiya Şerê Ukraynayê û nakokiyên Amerîka û Venezuelayê dikarin bi awayekî demkî piştgiriyê li bihayê petrolê bikin.
"Daxwaz bi hêsanî tê dabînkirin"
Şirovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya Price Futures Groupê Phil Flynn li ser mijarê got:
"Bihayê petrolê di çarçoveyeke sînordar de tê firotin û bazirgan difikirin ku çi qas daxwaz di bazarê de hebe, bi hêsanî dikare were dabînkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse