Hewlêr (Rûdaw) - TUIK û ENAGê enflasyona hezîranê eşkere kir.
Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), enflasyon meha hezîranê bi rêjeya ji sedî 1,37an zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 35,05an.
Lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ragihand ku enflasyona hezîranê ji sedî 3,05 e û ya salane ji sedî 68,68 e.
Wekî ku tê dîtin vê mehê jî di navbera amarên her du saziyan de ferqeke diyar heye.
Li gor amarên TUIKê, hezîranê li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 30,20î bihayê xwarin û vexwarina bê alkol zêde bûye.
Her wiha enflasyon di sektora veguhestinê de bi rêjeya ji sedî 27,72 û di sektora avahiyan de jî bi rêjeya ji sedî 65,54 zêde bûye.
Piştî eşkerekirina amarên enflasyona vê mehê, dê mûçeyê malnişînên SSK û Bag-Kurê bi rêjeya ji sedî 16,67 û mûçeyê karmendan jî bi rêjeya ji sedî 15,58 bê zêdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse