Bitcoin ber bi erzanbûnê ve diçe

03-11-2025
Nîşan Bitcoin Erzanbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoina ku pereyê dîjîtal ê herî girîng e, îro daket biniya 108 hezar dolaran.

Bitcoinek îro bi nêzîkî 107 hezar û 700 dolarî tê firotin û heta niha nêzîkî 2 hezar û 300 dolarî daketiye.

Rêkeftina di navbera Çîn û Amerîkayê de bûbû sedem ku dilgiraniyên jeopolîtîk li bazarên cîhanê kêm bibin lê tevî vê yekê jî bihayê Bitcoinê nekarî xwe sererast bike.

Ev yek nîşan dide ku asoya bilindbûna bihayê Bitcoinê lawaz e.

Bihayê Bitcoinê di asta hefteyî de heta niha ji sedî 1,72 daketiye.

Analîstê pereyên dîjîtal Paul Kim li ser mijarê ragihand, "Agirbesta bazirganiyê ya Çîn û Amerîkayê bandoreke berbiçav li ser bihayê zêr û bazarên borsayê kir lê nekarî Bitcoinê bilind bike."

Li gorî Paul Kim, daxuyaniyên Jerome Powell ên ku gotiye ti garantî nîne meha bê faîz were kêmkirin, zerer gihandiye bihayê Bitcoinê û bandora rêkeftina di navbera Çîn û Amerîkayê de ya li ser bazaran kêm kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst