Bitcoin daket bin 116 hezar dolarên Amerîkî

25-07-2025
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Krîpto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî du hefteyan cara yekem e ku Bitcoinê dadikeve bin 116 hezar dolarên Amerîkî û pereyên din ên krîpto jî li pey wê diçin.

Îro Bitcoinek bi qasî 3 hezar û 20 dolarî daket û bi 115 hezar û 340 dolarî hat firotin.

Saziya Darayî ya Galaxy Digitalê roja pêncşemê di nava 20 xulekan de 3 hezar û 420 Bitcoin ku nêzîkî 395 milyon dolarên Amerîkî dike, xistibû nava cizdanek (wallet) elektronîk.

Li gorî amarên Arkham Intelê ku taybet e bi amarên pereyên krîpto, ev hejmar ji bo çend platformên cuda yên dan û standinê hatine veguhastin.

Tirsa veberhêneran ew e ku ev hejmara zêde ji bo firotinê be û pêleke firotina Bitcoinê dest pê bike.

Her wiha veberhêner li benda civîna bê ya Bankaya Navendî ya Amerîkayê ne ku dê rojên 29 û 30ê mehê were lidarxistin.

Her çend tê pêşbînîkirin ku Bankaya Navendî rêjeya faîzê di navbera ji sedî 4,25 û ji sedî 4,50an de cîgir bihêle jî, dê çavê bazarê li ser daxuyaniyên Serokê Bankaya Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell be da ku arasteya dahatûya siyaseta diravî binirxîne.

Şêwirmendê Pereyên Krîpto yê Koşka Spî Bo Hines ragihand ku Koma Kar a Serokatiyê ya ji bo Pereyên Krîpto rapora xwe ya 180 rojî temam kiriye û dê di heman rojê de (30ê Tîrmehê) ji raya giştî re were weşandin.

Tê payîn ku rapor hejmara Bitcoinên di bin destê Hikûmeta Amerîkayê de ne eşkere bike, her wiha çarçoveyeke berfireh ji bo rêkxistina bazarê pêşniyar bike.

Kompanyaya Strategyê plana firotina pişkan berfireh dike

Ajansa Bloombergê roja pêncşemê ragihand ku Kompanyaya Strategyê (berê MicroStrategy bû) ku ji aliyê Michael Saylor ve tê birêvebirin, mezinahiya plana firotina pişkên xwe bi awayekî berbiçav zêde kiriye.

Li gorî raporê, kompanyaya ku xwediyê herî mezin ê Bitcoinê ye, dixwaze hejmara pişkên xwe yên pêşniyarkirî ji 500 milyon dolarî derxe 2,8 milyar dolarî.

Dahata vê firotinê jî dê ji bo kirîna Bitcoinên zêdetir were bikaranîn.

Bihayê pereyên din ên krîpto

Wekî Bitcoinê, bihayê piraniya pereyên din ên krîpto jî daket.

Bihayê Ethereumê ku pereyê duyem ê herî mezin ê krîpto ye 72 dolar daket û bi 3 hezar û 630 dolarî hat firotin.

Tevî vê daketinê, Ethereum di meha borî de ji sedî 50,30 biha bûye.

Bihayê pereyên din ên sereke yên krîpto wiha ne:

Binance: 761,6 dolar

Solana: 178,81 dolar

Ripple: 3,08 dolar

Cardano: 0,79 dolar

Pereyê Trump: 9,75 dolar

Dogecoin: 0,2274 dolar

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst