Şam (Rûdaw) – Piştî ku hukmê desthilata Esed nema nêzîkbûna aborî ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de berdewam dike.
Piştî ku qebareya bazirganiyê ya navbera her du welatan ji sedî 60 zêde bû, li Şamê bi beşdariya 40 kompanyayên tekstîlê yên Tirkiyeyê pêşangeheke taybet hat vekirin.
"Em niha di qonaxeke nû ya dîroka Sûriyeyê de ne"
Berjewendîparêzê (Meslehetguzar) Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê Burhan Koroglu, li Qada Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê derbarê çalakiyê ji Rûdawê re axivî û got:,
“Em niha di qonaxeke nû ya dîroka Sûriyeyê de ne. Em di serdema SûriyeyanNû de ne ku pêwîstiya wê bi bipêşxistina gelek warên wekî jinûveavakirin, pîşesazî û binesaziyê heye.”
"Em dê bi birayên xwe yên Sûriyeyî re mil bidin milê hev"
Koroglu diyar kir ku Tirkiye dê piştgiriya jinûveavakirina Sûriyeyê bike û wiha peyivî:
“Wekî welatê cîran û bira yê Sûriyeyê, em dixwazin tevkariyê di vê destpêka nû de bikin.
Em dixwazin bi birayên xwe yên Sûriyeyî re mil bidin milê hev û warê pîşesaziyê bi hev re pêş bixin.”
Qebareya bazirganiyê ji sedî 60 zêde bûye
Koroglu anî ziman ku nêzîkbûna aborî di amar û hejmaran de jî xwe nîşan daye û biland:
“Ji 8ê Kanûn Pêşîn a 2024an (guherîna desthilatê) ve heta niha qebareya hinarde û hawirdeya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bi rêjeya ji sedî 60 zêde bûye.”
Di pêşangeha ku li Şamê hatiye vekirin de 40 kompanyayên Tirkieyê berhemên xwe yên herî nû yên qumaş, rîs û pîşesaziya tekstîlê pêşkêş dikin.
Xwediyê yekê ji kompanyayên beşdar ji Rûdawê re ragihand, “Em bazirganiya hemû cureyên qumaşên pembû dikin ku Sûriye berê di vî warî de pêşeng bû” û bi vê yekê amaje bi potansiyela herêmê ya di warê tekstîlê de kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse