Karguzarê (Karbirêker-Meslehetguzar) Demkî yê Tirkiyeyê yê Şamê Burhan Koroglu ji Rûdawê re got ku eger hêzên hikûmeta Sûriyeyê li herêmên “bakur û rojhilatê Sûriyeyê” serdest bibin” Tirkiye dê Deriyê Sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê dîsa veke.
Burhan Koroglu diyar kir ku “bakur û rojhilatê Sûriyeyê” (Rojavayê Kurdistanê) bi çavkaniyên xwe dewlemend e û anî zimên:
“Eger aramî çêbibe û lihevkirinên navxweyî bên temamkirin şirketên me dê berê xwe bidin bakur û rojhilatê Sûriyeyê.”
Wî amaje bi peymanên Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî kir û got ku eger ev peyman herin serî dê şirketên Tirkiyeyê berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.
Li Şama paytexta Sûriyeyê 3 pêşangehên cihî û navneteweyî tên lidarxistin ku dê 5 rojan biajon.
Divê were gotin ku 180 şirketên Tirkiyeyê beşdarî van her sê pêşangehan dibin û bi tevahî jî 500 şirket beşdar in.
Burhan Koroglu jî beşdarî wan pêşangehan bû û eşkere kir ku eger “aramiya ewlehiyê çêbibe” û “hêzên hikûmeta Sûriyeyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê belav bibin” Tirkiye dê xalên bazirganiyê yên di navbera “Tirkiye û Sûriyeyê de yên li Rojavayê Kurdistanê” de, bi taybetî jî Deriyê Sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê dîsa veke.
Karguzarê (Karbirêker-Meslehetguzar) Demkî yê Tirkiyeyê yê Şamê Burhan Koroglu pirsên Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin:
Rûdaw: Tu pêwendiya Tirkiye û Sûriyeyê ya di vê qonaxa nû de çawa dinirxînî?
Burhan Koroglu: Pêwendiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêwendiyeke dîrokî û kevn e, bi taybetî di dema şer de. Wekî ku hûn dizanin Tirkiyeyê ji bo birayên Sûriyeyî yên ku berê xwe didin wir siyaseta deriyê vekirî meşandiye.
Niha piştî serkeftinê, em dixwazin bi hemû aliyan û li ser tevahiya axa wê bi awayekî baş beşdarî avakirina Sûriyeyê bibin.
Ji ber vê em li vir in wekî balyozxane û helbet gelek şirket û saziyên Tirkiyeyê tên vir. Hinek ji wan saziyên xêrxwaziyê ne, hinek şirket in, hinek saziyên navneteweyî û fermî ne û hemû beşdarî aramkirina Sûriyeyê dibin.
Em dizanin ku aramiya Sûriyeyê bi aramiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û her du welat di heman rêyê de dimeşin. Em serkeftinê ji we re dixwazin. Helbet, çalakiya aborî girîng e û çalakkirina wê dê bibe sedema avakirina bihêztir bi îzna Xwedê.
Rûdaw: Gelo şirketên Tirkiyeyê dê berê xwe bidin hemû axa Sûriyeyê di nav de bakurrojhilatê Sûriyeyê?
Burhan Koroglu: Helbet, em baweriyê bi yekitiya axa Sûriyeyê tînin. Bi îzna Xwedê, dema ku aramiyeke mezintir çêbe û lihevkirin di navbera aliyên hundir ên Sûriyeyê de bi awayekî baş pêk werin, bakurrojhilatê Sûriyeyê bi çavkaniyên xwezayî û deverên çandiniyê devereke pir dewlemend e û ev hemû dê paşerojê bi awayekî bihêztir beşdarî avakirina Sûriyeyê bibin.
Rûdaw: Hevahengî û piştgirî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de heye bi taybetî li Deriyê Sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê. Gelo dê ji bo vê mijarê plana paşerojê hebe?
Burhan Koroglu: Ez ji hûrgiliyên vê mijarê ne haydar im lê ji aliyê prensîbî ve her ku axa Sûriyeyê aramtir bibe, helbet dê gelek çûn û hatin di navbera her du welatan de hebin. Niha çend deriyên sînorî li bakur hene û dibe ku deriyên din bên zêdekirin eger aramiya ewlehiyê hebe û hêzên hikûmeta Sûriyeyê li wan deveran serdest bin.
Piştî vê, helbet em dê van deriyan vekin da ku çalakiya aborî li wan deveran bihêztir bikin.
Rûdaw: Gelo sizayên aborî yên li ser Sûriyeyê bandorê li vê mijarê dikin?
Burhan Koroglu: Hîn jî bandora rasterast û nerasterast a van sizayan heye, bi taybetî jî yên ku welatên Rojavayî û Amerîkayê sepandine. Em hewl didin ku ev siza di demeke nêzîk de bên rakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse