Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro daket û bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur di bin 65 dolaran re tê firotin.
Hevpeymaniya OPEC+ roja yekşemê ragihand ku ew dê di çaryeka yekem a sala bê de ti miqdareke zêdetir a petrolê nexin bazarê.
Bazirganên petrolê ev biryar wisa şîrove kir ku miqdara petrolê di bazarê de zêde ye û bi taybetî sala bê dê zêdebûneke zêde ya petrolê li bazarê hebe.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 15 sentan daket û bermîleke wê bi 64 dolar û 74 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 24 sentan daket û bermîleke wê jî bi 60 dolar û 91 sentan hat firotin.
Ji meha nîsanê ya îsal ve, hilberînerên petrolê yên OPEC+ rojane 2,9 milyon bermîl, ango ji sedî 2,7ê tevahiya daxwaza cîhanî ya ji bo petrola xav, zêdetir neft xistine bazaran.
Şîrovekarê Banka BDSê Sovro Sarkarê ku navenda wê li Sîngapurê ye diyar kir ku bazara petrolê biryara OPEC+ wekî nîşaneya yekem a zêdebûna petrolê di bazarê de nirxandiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse