Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meaşê malnîşînan bi qasî ji sedî 12,18 hat zêdekirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ragihandina rêjeya enflasyonê, meaşê herî kêm ê malnîşînan diyar bû.
Li gorî daneyan, meaşê malnîşînan ji sedî 12,18 hat zêdekirin û derket 18 hezar û 937 lîreyan.
Piştî ragihandina rêjeya enflasyonê ya sala borî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meaşê herî kêm ê xanenîşînan ji sedî 12,18 hat zêdekirin.
Bi vê zêdekirinê re meaş gihişt 18 hezar û 937 lîreyan ku dike 440 dolar.
Enflasyona 6 mehan: Ji sedî 12,18
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) îro rêjeya enflasyona Kanûna Pêşîn a 2025an wekî ji sedî 0,89 eşkere kir.
Li gorî vê yekê, rêjeya enflasyona 6 mehan (Tîrmeh-Kanûna Pêşîn) wekî ji sedî 12,18 hat hesabkirin.
Bi vî awayî rêjeya zêdekirina meaşê herî kêm ê malnîşînan jî diyar bû û ji 16 hezar û 881 lîreyan derket 18 hezar û 937 lîreyan.
Divê parlamento pesend bike
Lê ji bo bicihanîna vê zêdebûnê divê li Parlamentoya Tirkiyeyê sererastkirina yasayî bê kirin.
Piştî ku ev yek bê qebûlkirin dê meaşê hatiye zêdekirin bê dayîn.
Divê were gotin ku îsal meaşê herî kêm jî wekî 28 hezar û 75 lîre hatibû eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse