Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zêr zêdetirî 100 dolarî daket û ons bi 4 hezar û 870 dolarî hat firotin.
Zêr vê sibehê asta 4 hezar û 815 dolaran jî dîtibû.
Doh êvarî onsa zêr asta 5 hezar û 87 dolaran jî dîtibû.
Daketina bihayê zêr piştî wê yekê hat ku Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) amaje bi wê yekê kir ku di mijara kêmkirina faîzê de bi baldarî gavan diavêje, vê yekê wiha kir ku veberhêner dest bi firotina zêrên xwe bikin.
Endama Encumena Parêzgarên Bankê Lisa Cookê ragihand ku ew piştgiriyê nade kêmkirina zêdetir a rêjeya faîzê.
Donald Trump, Kevin Warsh ji bo serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê kiriye namzed û vê jî bandor li bazaran kiriye.
Warsh di siyaseta darayî de wekî kesekî "tund" tê naskirin û vê yekê jî wiha kiriye ku bazar pêşbînî bikin ku pêvajoya kêmkirina rêjeya faîzê hêdî bibe.
Li aliyê din, Donald Trump ragihand ku eger Warsh alîgirê bilindkirina faîzê bûya wî ew nedikir namzed.
Aloziyên di navbera Washington û Tehranê de jî berdewam dikin.
Her du alî roja înê li Umanê dest bi gera nû ya dan û standinên dikin lê hîn jî Amerîkayê îhtimala êrişa leşkerî dûr nexistiye, ev yek bûye sedema diltengiya veberhêneran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse