Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin îro daket nêzîkî 71 hezar dolaran.
Îro heta niha bihayê Bitcoinê nêzîkî 2 hezar û 300 dolarên din kêm bû û bi kêmtirî 72 hezar dolaran hat kirin û firotin.
Bi vî awayî di tenê 24 demjimêran de bihayê wê ji sedî 5 daket.
Meha 10an a sala borî bihayê Bitcoinê gihiştibû 126 hezar dolaran.
Bitcoinê li gorî wê demê ji sedî 40ê bihayê xwe winda kiriye.
Bitcoin roja sêşemê cara ewil ji asta 73 hezar dolaran ber bi jêr ve hat û daket asta herî nizm a 15 mehên borî.
Pirsgirêkên jeopolîtîk û qeyranên aborî wekî sedemên sereke yên daketina bihayê Bitcoinê tên nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse