Hewlêr (Rûdaw) – Bitcoin ku pereyê dîjîtal ê herî girîng ê cîhanê ye rojeke reş derbas kir û tenê di roja înê de ji sedî 6 bihayê xwe winda kir.
Niha, Bitcoin bi nêzîkî 84 hezar dolarî tê firotin.
Di nava rojê de bihayê Bitcoinê heta asta krîtîk a 80 hezar dolarî daket û di dawiyê de li nêzîkî 80 hezar û 500 dolarî sekinî.
Sedema sereke ya vê daketinê, vekişandina pereyan ji bazara pereyên dîjîtal e.
Li gorî şîrovekaran, ev daketin hevdem e bi têkçûna tund a bazarên borsayê yên Amerîkayê re.
Bi taybetî daketina bihayê pişkên kompanyayên teknolojiyê bandoreke mezin li bazara pereyên dijîtal dike.
Ji ber dilgiraniyên derbarê têkçûna borsayê, bazirgan sermayeyên xwe ji pereyên dîjîtal dikişînin û berê xwe didin bazarên ewletir yên wekî zêr.
Bitcoin bi vê daketinê, ne tenê hemû qezencên xwe yên îsal ji dest da lê belê bihayê wê yê niha ji sedî 9 li jêr bihayê destpêka salê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse