Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoina ku diravê dijîtal ê herî mezin ê cîhanê ye daketina xwe didomîne.
Îro nêzîkî 800 dolarên din ji Bitcoinê daketin û bi 86 hezar û 740 dolaran dan û standin pê tê kirin.
Bihayê Bitcoinê înê xwe nêzîkî 80 hezar dolarî kir ku pisporên diravên dijîtal wê wekî "asteke hestyar" pênase dikin û dibêjin:
"Eger ev ast bişikê, dê di bihayê Bitcoinê de daketineke mezintir çêbibe."
"Heta 100 hezar dolarî sererastkirineke demkî ye"
Ji roja înê û vir ve, bihayê Bitcoinê hewl dide xwe sererast bike lê şîrovekar bawer dikin ku her bilindbûn dê rastî xeteke berxwedanê ya bihêz were.
Ev yek tenê wekî sererastkirineke demkî tê dîtin heta ku asta hestyar a 100 hezar dolarî careke din bi dest bixe.
Zêdebûna îhtîmala kêmkirina faîzê ya meha pêşiya me ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve, bi îhtîmaleke mezin sedem e ku bihayê Bitcoinê heta niha kariye xwe li ser 80 hezar dolarî bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse