Hewlêr (Rûdaw) – Welatên Iraq û Ummanê, bi mebesta bihêzkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de yadaştnameyeke lihevtêgigihijtinê di warê neft û gazê îmze kirin.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Samir Xezban di daxuyaniyekê de ragihand, “Armanc ji îmzekirina wê yadaştnamê ew e ku têkiliyên di navbera herdu welatan de ên di warê neft û gazê de bên bihêzkirin. Herwiha hinardekirina neft û gaza Iraqê bo Ummanê, hawirdekirina berhemên neftê ji Ummanê ve, damezrandina embar û santralên neft û berhemên neftî li herdu welatan, ji armancên vê yadaştnameyê ne.”
‘Guftugo li ser damezrandina parzûngeha neftê ya hevbeş hat kirin’
Li gor wê daxuyaniyê, di yadaştnameyê de amaje bi nirxandina egera damezrandina parzûngeha neftê ya hevbeş li Ummanê hatiye kirin ji bo parzûnkirina nefta xav a ku ji Iraqê tê hawirdekirin. Mijarên bihêzkirina hevkariya hevbeş, derfetên veberhênana navxwe di warê pîşesaziya neft û gazê de, veberhênana bo dîtin û berhemanîna neft û gazê, parzûnandin û firotina nefta xav û berhemên neftê, veguhastina teknolojiya nû û pevguhertina zanyarî û şarezayî û bihêzkirina hevkariya teknîkî di warê neft û gazê de, di vê yadaştnameyê de cih digirin.
Wezîrê Neftê yê Ummanê Mihemed bin Hemed jî li ser vê mijarê got, welatê wî rijd e li ser bihêzkirina têkiliyên li gel Iraqê di hemû waran de û diyar kir, ew kar ji bo bihêzkirina pêwendiyan dikin bi şêweyekî ku di berjerwendiyeke hevbeş a herdu welatan de be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse