Rewşa dawî ya bazaran: Bitcoin rekoreke nû tomar kir, zêr jî difire

05-09-2025
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Zêr Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Li bazarên cîhanê bitcoin bilindbûna xwe ya bilez didomîne û rekoreke din a dîrokî tomar kir.

Her wiha zêr jî wekî ciheke ewle ji bo veberhêneran nirxê xwe zêde dike.

Li aliyê din, petrol li benda amarên nû yên aborî û pêşhatên jeopolîtîk e û di asteke aram de ye.

Bitcoin 111 hezar dolar derbas kir

Li gorî amarên dawî bitcoinek gihişt 111 hezar û 446 dolaran.

Ev bilindbûna balkêş di demekê de tê ku her ku diçe saziyên mezin ên darayî û kompanyayên teknolojiyê yên cîhanê veberhênanên xwe di pereyên krîpto de zêde dikin.

Analîstên bazarê destnîşan dikin ku zêdebûna pejirandina sazî û hêsankirina rêziknameyên li ser hebûnên dîjîtal li hinek welatên bipêşketî, bûye sedema zêdebûna baweriya veberhêneran.

Tê payîn ku ev meyla bilindbûnê di demeke kurt de berdewam bike lê di heman demê de hişyarî li ser guherînên bilez ên bihayê wê jî tê dayîn.

Zêr ber bi lûtkeyên nû ve difire

Zêr jî wekî hebûneke ewle di nava aloziyên aborî û siyasî yên cîhanî de îro bihayê xwe zêde kir û onsa wê gihişt 3 hezar û 573 dolaran.

Pispor vê bilindbûnê bi nezelaliya li ser rêjeyên faîzê yên bankayên navendî û zêdebûna daxwaza ji aliyê welatên wekî Çîn û Hindistanê ve girê didin.

Veberhêner di demên nediyariyê de ji bo parastina nirxê sermayeyên xwe berê xwe didin zêr.

Ev rewş nîşan dide ku fikarên li ser enflasyon û sistbûna aboriya cîhanê hîn jî berdewam in.

Petrol di rewşeke aram de ye

Berovajî bitcoin û zêr, petrol îro di asteke aram de ma û bermîleke petrola brent bi 66,83 dolaran hat firotin.

Her çend alozî li hinek herêmên hilberîner ên cîhanê hebin jî, fikarên li ser kêmbûna daxwaza ji ber hêdîbûna aboriya cîhanî nahêlin ku bihayê petrolê bi awayekî berçav bilind bibe.

Bazar li benda raporên heftane yên rezervên petrolê yên Amerîkayê û daxuyaniyên welatên OPEC+ e da ku rêya xwe diyar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst