Zêr ber bi lûtkeyê ve diçe û Bitcoin dadikeve

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Petrol Bitcoin Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazarên cîhanê bi tevgerên dijber re rû bi rû man. Bitcoinê daketina xwe ya tund domand û gihişt asta herî nizm a heft hefteyên dawî.

Li aliyê din, zêr ji ber daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump gihişt asta herî bilind a du hefteyên dawî. Petrol jî piştî bilindbûna doh îro hinekî daket.

Bitcoin di heft hefteyên dawî de di asta herî nizm de ye

Bitcoinê îro daketina xwe ya ji doh ve domand û 100 dolarên din ji bihayê xwe winda kir.

Her bitcoinek niha bi 110 hezar û 140 dolarî tê firotin. Pereyê krîpto yê sereke serê sibê heta 108 hezar û 850 dolarî jî daketibû ku ev asta herî nizm a heft hefteyên borî ye.

Ji doh nîvro ve, Bitcoin nêzîkî 4 hezar dolaran ji bihayê xwe winda kiriye.

Di 14ê mehê de, Bitcoin gihiştibû rekora dîrokî ya 124 hezar û 256 dolaran lê ji wê demê ve ji sedî 12 ji bihayê xwe ji dest daye.

Sedema sereke ya vê daketinê, vekişîna bazirganan ji dan û standinanê ye.

Li gorî malpera Coin Telegraphyê, di 24 saetên dawî de, 200 hezar bazirganan zêdetirî 900 milyon dolar ji dan û standinên Bitcoinê vekişandine ku ev yek bûye sedema daketina tund a bihayê Bitcoinê.

Gefên Trump ên li ser Banka Navendî ya Amerîkayê zêr difirîne

Berevajî Bitcoinê, bihayê zêr gihişt asta herî bilind a du hefteyên dawî û onsek bi nêzîkî 3,375 dolaran tê firotin. Di girêbestên paşerojê de jî onsek bi 3,418 dolaran tê bazarkirin.

Ev bilindbûn piştî wê yekê hat ku pêbera Dolar ji ber gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump daket.

Trump gef li yek ji heft parêzgarên Banka Navendî ya Amerîkayê Lisa Cookê xwar ku wê ji kar dûr bixe.

Analîstê KCM Trade Tim Waterer got, "Daxuyaniyên Donald Trump daxwaza li ser kirîna zêr wekî stargeheke ewle bilind kiriye."

Tê zanîn ku Trump dixwaze Banka Navendî rêjeya faîzê kêm bike.

Petrol piştî bilindbûnê hinekî daket

Bihayê petrolê îro hinekî daket, ev jî piştî ku doh ji ber gurbûna şerê Ukrayna-Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 2 biha bûbû.

Bihayê her bermîleke petrola Brentê ya Deryaya Bakur 16 sentan daket û bi 68 dolar û 64 sentan hat firotin.

Her wiha, bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî bi heman rêjeyê daket û bi 64 dolar û 64 sentan hat firotin.

Analîst di wê baweriyê de ne ku eger bihayê petrola Teksasê li ser asta 64-65 dolarî bimîne, dibe ku bilindbûna wê berdewam bike.

Banka Barclays hişyariyê dide ku her çend faktorên jeopolîtîk piştgiriyê didin bihayê jî, lawazbûna daxwaz û pêşkêşkirinê ya li bazarê dibe ku rê li ber bilindbûneke zêdetir bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst